Zebûr Beşa 7

Şîgayona Dawid a ji Xudan re. 

1
Ez xwe dispêrim te ya Xudanê min,
Xelas ke min ji wanên ku ketine pey min.
Azad ke!

2
Eger ku nebe xelaskarekî min,
Wek şêran,
Wê perçe bi perçe bikin canê min.

3
Ya Xudan Xwedê, eger min ev kiribe:
Eger di destê min de, hebe neheqî,

4
Bêbextî kiribe min bi dostê xwe re,
Û bê sedem şêlandibe dijminê xwe,

5
Bila bi pey min bikeve dijminê min,
Min bigire û li erdê xe,
Bipelêxe canê min,
Û binpê ke rûmeta min.

6
Bi hêrs rabe, ya Xudan!
Bilind bibe li hember xezeba dijminên min!
Hişyar bibe ji bo min!
Edaletê tu emir bike.

7
Bila li te bicivin, koma netewan hawirdor,
Tu wan îdare bike ji qata jor.

8
Li miletan hukum dike Xudan,
Li min jî hukum bike ya Xudan!
Li gor rastî û durustiya min.

9
Ey Xwedayê rast!
Bila dawiya xerabiya xeraban bê,
Belê rastan ava ke.
Tu ku, dil û aqilan diceribînî.

10
Xwedê mertalê min e,
Xelaskarê dilpaqijan e.

11
Dadgerek rast e Xwedê,
Erê Xwedayek ku, her roj hêrsê dibarîne.

12
Eger ku venegere însan,
Xwedê tûj dike şûran,
Bi kişandina kevan, rast dike li armancan.

13
Amade ne çekên wî yên mirinê,
Tîrên wî yên şewitandinê.

14
Va ye yê xerab êşa xerabiyê dikişîne,
Bi xerabiyê bi hemle,
Derewan tîne.

15
Bîrek kola û ew veda,
Bi xwe ket çala ku veda.

16
Xerabiya wî tê serê wî,
Zordariya wî ket ser wî.

17
Sipasdar im ji bo rastiya Xudan,
Lavijan dibêjim ji bo navê wî yê mezin.