Zebûr Beşa 74

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 74

Maskîla Asaf. 

1
Ey Xwedê, ji bo çi te em her û her berdan?
Çima hêrsa te, li hember miyên mêrga te pêt dide?

2
Koma ku te ji berê ve kiribû ya xwe,
Ji bo ku ji te re mîras bimîne, rizgar ke,
Û Çiyayê Sîyonê yê ku tu lê rûniştî yî, bibîr bîne.

3
Ber bi xirbên mayindar ve bimeşe,
Dijmin li dera pîroz her tişt xera kir.

4
Dijminên te, li ciyê civata te kirin gurmîn,
Ji bo ku bibe nîşan, wan ala xwe li wê derê çikand.

5
Wek ku bi biviran,
Têkevin dereke daristan.

6
Û hemû nexşên wê,
Şikandin bi gerane û biviran.

7
Agir berdan perestgeha te,
Warê navê te,
Kirin erdê û murdar kirin.

8
Di dilê xwe de gotin, “Em hemûyî bipelçiqînin!”
Li welat hemû derên civata Xwedê hilweşandin.

9
Hemû alên me çûne,
Êdî pêxember jî tunin,
Di nav me de kes nizane, ka heta çi wextê.

10
Ey Xwedê, wê heta kîngê dijmin tinazên xwe bi te bike,
Ma wê her û her dijmin çêrî navê te bike?

11
Çima tu destê xwe yê rastê şûn ve dikişînî?
Çima tu dest hilnaynî!

12
Belê Xwedê, ji demên berê ve padîşahê min e,
Li rûyê erdê rizgarî bi wî ye.

13
Te bi hêza xwe deryayê kir du şeq,
Serê cinawirên deryayê di nav avê de şikand.

14
Te serên Levîethan şikand,
Te ew kir qutê yên ku li çolê dijîn.

15
Te kanî û lehiyan rakir,
Çemên ku hergav diherikin ziwa kir.

16
Roj ya te ye, şev jî ya te,
Roj û ronahî te amade kir.

17
Hemû sînorên ser erdê te danîn,
Havîn û zivistan, te afirand.

18
Bibîr bîne ya Xudan, dijmin tinaz bi te kir,
Miletekî bêaqil tinaz bi navê te kir.

19
Nespêre cinawiran, canê kevoka xwe,
Tu car ji bîr neke, rewşa belengazên xwe.

20
Tu bala xwe bide peymanê,
Çimkî derên tarî yên diyar,
Ji bo zordaran bûye cih û war.

21
Bila yê neçar, şûn ve nezivire stûxwar,
Bila bindest û hejar, ji bo navê te bibin pesindar.

22
Rabe ey Xwedê, doza xwe bibîne!
Tinazên, yê ku bêaqil tevahiya rojê bi te dike, bibîr bîne!

23
Dengê dijminên xwe ji bîr neke,
Hergav bilind dibe, welwela yên ku li ber te rabûne!