Zebûr Beşa 75

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 75

Zebûra Asaf, lavij. 

1
Em ji te re spas dikin ey Xwedê,
Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e,
Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan:

2
“Dema ku min kifş kiriye bê,
Ezê bi rastiyê dadbar bikim,

3
Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan,
Stûnên wê min şidand.

4
Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, ‘Pesnê xwe nedin.’
Ji xeraban re, min got, ‘Qiloçên xwe ranekin!’ “

5
Qiloçê xwe jor ve ranekin,
Nepeyivin, serî rakirî!

6
Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava,
Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê.

7
Dadger tenê Xwedê ye,
Yekî nizim dike, yê din bilind dike.

8
Di destê Xudan de kase heye,
Ji şereba kefdayî û tevlihev;
Ew dirêje û tije dike kasê,
Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.

9
Ezê her û her vê bikim ilam,
Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan:

10
“Ezê hemû hêza xeraban bişikînim,
Belê wê hêza rastan bilind bibe.”