Zebûr Beşa 77

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 77

Ji bo şefê muzîkê, bi meqamê Yedûtûn, Zebûra Asaf. 

1
Dengê min li Xwedê ye, ez dikim feryad,
Dengê min li Xwedê ye, da ku goh bide min.

2
Di roja teng de ez li Reb digerim,
Ez bi şev destê xwe vedikim,
Canê min teseliyê naxwaze.

3
Ez Xwedê bibîr tînim û dinalim,
Ez difikirim û ruhê min dixeriqe.

4
Tu bi qelpaxên çavê min digirî,
Dilê min teng dibe, ez nikarim bêjim.

5
Rojên çûyî,
Ez salên dewrên çûyî fikirîm.

6
Bi şev, ez bi dil stranên xwe bibîr tînim,
Ez, ji xwe bi xwe re dibêjim,
Ruhê min ji dûrî û kûrî ve dipirse:

7
“Gelo wê Reb me her û her berde?
Ma wê cardin qenciyê bi min neke?

8
Ma kerema wî her û her qediya?
Ma sozên ku wî dabûn her û her betal bûn?

9
Gelo Xwedê, ji bîr kir berketinê?
Ciyê dilovaniyê, stand hêrsê?”

10
Min got, “Ya ku min dêşîne ev e!
Destê Yê Berz ê rastê, ne wek berê ye.”

11
Ez li karên Xudan digerim,
Herîqayên wî yên kevin bibîr tînim.

12
Ez kûr li ser her karên te difikirim,
Li ser kirinên te ji xwe derim.

13
Ey Xwedê, riya te di pîroziyê de ye!
Kîjan îlah wek Xwedê gewre ye?

14
Xwedayê ku herîqeyan dike tu yî,
Li nav gelan, te hêza xwe da nîşandan.

15
Te bi zendê xwe gelê xwe,
Kurên Aqûb û Ûsîv rizgar kir.

16
Avan tu dîtî, ey Xwedê!
Avan tu dîtî û tirsiyan,
Kûrahî lerziyan.

17
Ewran ava xwe vala kir,
Asûman deng da,
Tîrên te firiyan.

18
Di babelîskê de gurmîna te hat bihîstin,
Brûskê dinyayê ronahî kir,
Erd lerizî û hejiya.

19
Riya te di deryayê de,
Riyên te di avên mezin de bûn,
Belê ne kifş bûn rêçên te.

20
Te bi destê Mûsa û Harûn
Gelê xwe wek keriyekî ajot.