Zebûr Beşa 78

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 78

Maskîla Asaf. 

1
Ey gelê min, goh bide şîreta min,
Xwar bike gohê xwe li ber peyvên min.

2
Ezê bi meselan devê xwe vekim,
Sirrên demên berê bi ta ve vekim,

3
Me ew bihîst û pê deranî,
Û bav û kalên me ji me re gotin.

4
Emê wan ji kurên te veneşêrin;
Emê pesnê Xudan,
Hêza wî û karên wî yên nedîtî,
Ji nîfşên bê re bêjin.

5
Xudan, rêznameyek ji bo Aqûb deranî,
Û li Îsraêlê şerîetek danî.
Wî li bav û kalên me emir kir,
Da ku wan fêrî zarokên xwe bikin.

6
Ji bo ku, nifşên bê, zarokên nûbûyî bizanin,
Wan ji zarokên xwe re bêjin,

7
Bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin,
Karên Xwedê ji bîr nekin,
Rêzikên wî bînin cîh;

8
Bila wek bav û kalên xwe serhişk û serhildar nebin,
Ew nifş ku, bi ruhê xwe û bi dilê xwe,
Ji Xwedê re dilsoz nebû.

9
Zaryên Efraîm ên bi tîr û çekdar,
Di roja şer de şûn ve vegerîn.

10
Wan peymana Xwedê negirt,
Û nexwestin li gor şerîeta wî rê ve herin.

11
Wan karên wî jibîrkirin,
Karên nedîtî yên ku wî nîşanî wan da.

12
Li diyarê Misirê, li deşta Soanê,
Wî li pêş bav û kalên wan, karên nedîtî kir.

13
Wî derya qelaşt û ew derbas kirin,
Wî avan, wek dîwarekî rawestan.

14
Bi roj wî bi ewran,
Bi şev, bi ronahiya agir rê nîşanî wan da.

15
Li çolê wî zinar qelaştin,
Wek ku ji kûrahiyan tê,
Wî têra wan av bi wan da vexwarin.

16
Wî ji zinaran av deranî,
Wek çeman av herikand.

17
Belê wan li çolê, cardin li hember wî guneh kirin,
Li hember Yê Berz îsyan kirin.

18
Xwarina ku dilê wan diçûyê xwestin,
Di dilê xwe de Xwedê ceribandin.

19
Li hember Xwedê peyivîn û gotin,
“Ma Xwedê dikare li çolê sifrê deyne.

20
Binêre, li zinar xist avê avêt,
Lehî rabûn.
Ma dikare nan jî bide?
Ma dikare goşt jî bide gelê xwe?”

21
Xudan ev bihîst û gellek hêrs bû,
Li hember Aqûb bû agir,
Û li Îsraêlê hêrs bû;

22
Çimkî wan ji Xwedê bawer nekir,
Û bi rizgarkirina wî ewle nebûn.

23
Xwedê emir kir li asîmanê jor,
Û deriyên asîman vebûn;

24
Ji bo xwarinê, wî Mann bi ser wan de barand,
Genimê asîman da wan.

25
Heryekî ji wan, xwar nanê hêzdaran,
Heta ku ew têr bibin ji wan re xwarin şand.

26
Wî li asîman bayê rojhilat rakir,
Bi hêza xwe, rê da bayê başûr.

27
Wî goşt wek tozê,
Çûkên bi bazk wek qûma deryayê bi ser wan de barand;

28
Wan ew kir nav konên xwe,
Danîn dora ciyên lê diman.

29
Bi vî awayî xwarin pirr têr xwarin,
Xwedê bi cih anî ya ku xwestin.

30
Hê îştaha wan li cih,
Xwarina wan di devê wan de bû,

31
Hêrsa Xwedê li hember wan rabû.
Yên herî hêzdar kuşt,
Mêrxasên Îsraêlê li erdê hêşt.

32
Li gel vê dîsa jî guneh kirin,
Ji karên Xwedê yên ecêb bawer nekirin.

33
Loma Xwedê rojên wan bi valahiyê,
Salên wan bi sawê qedand.

34
Gava wî ew dikuştin, ew li wî digeriyan,
Ew poşman dibûn û bi dilxwazî bi pey Xwedê diketin.

35
Bibîr dianîn ku Xwedê zinarê wan bû,
Xwedayê berz rizgarkarê wan bû.

36
Bi devê xwe, xwe bi wî xweş dikirin,
Bi zimanê xwe jê re derew dikirin.

37
Çimkî dilê wan bi wî re ne rast bû,
Bi peymana wî ve ne girêdayî bûn.

38
Belê Xwedê dilovan bû,
Li fesadiya wan diborî, ew nedişandin helaqê;
Gellek caran wî digirt hêrsa xwe,
Wî nîşan nedida tevahiya xezeba xwe.

39
Bibîr dîanî ku ew mirov in,
Wek bayê derbas dibin û nazivirin.

40
Gellek caran li çolê serî li ber wî hildidan,
Li dera tenha ew hêrs dikirin!

41
Gellek caran wan Xwedê diceriband,
Pîrozê Îsraêlê diêşand.

42
Wan bibîr nedianî destê wî,
Û roja ku ew ji dijmin xelas dikirin,

43
Çawa li Misirê elamet nîşanî wan dida,
Li deşta Tsoanê karên nedîtî dikir.

44
Wî çem û newalên Misirê,
Ji bo ku venexwin, vegerand xwînê.

45
Mêşên ku wî şand nav wan, xwarin canê wan,
Wî şand beqan, beqan welat qedand.

46
Wî zadê wan da cûbiran,
Keda wan da kuliyan.

47
Wî rezê wan bi teyrokê,
Darên hêjîran, bi qeşayê kuşt.

48
Wî pezê wan spart zîpikê,
Keriyên wan da ber brûskên xerakir.

49
Wî hêrsa xwe ya sorbûyî,
Xezeb, xişim û belayê,
Partek milyaketên xerabiyê şand.

50
Wî rê li ber hêrsa xwe vekir,
Canê wan, ji mirinê nedirixand,
Jiyana wan da destê webayê.

51
Li Misirê hemû nuxiriyan,
Li konê Ham, li zarokên pêşî xist.

52
Wî gelê xwe wek mêşinan bir,
Wî li çolê ew wek keriyekî ajotin.

53
Wî ew bi ewlehî rêve birin, netirsiyan;
Deryayê dabiland dijminê wan.

54
Wî ew anîn sînorê axa xwe ya pîroz,
Anî çiyayê ku destê wî yê rastê qezenc kiribû.

55
Wî milletan, qewirand ji pêş wan,
Wî axa wan par kir,
Li konên wan,
Eşîrên Îsraêlê cîwar kir.

56
Herçî ew in, wan Xwedayê berz diceriband,
Serî hildidan,
Şehadeta wî nedigirtin.

57
Wek bav û kalên xwe şûn ve vedigerîn, bêbextî dikirin,
Wek kevanek xapînok xwar diçûn.

58
Bi pûtên xwe yên qewirandî ew didexisandin,
Bi cihên wan ên bilind, ew hêrs dikirin,

59
Xwedê ev bihîst û hat xezebê,
Îsraêlê bi tevahî red kir.

60
Konê ku li nav mirovan danîbû,
Warê Şîlo terikand.

61
Wî hêza xwe şand surgûnê,
Bedewiya xwe da destê dijmin.

62
Gelê xwe di şûr re derbas kir,
Li mîrasa xwe hat xezebê.

63
Agir xortên wan xwar,
Strana dîlanê ji keçên wan re nehat gotin.

64
Kahînên wan bi şûr ketin,
Jinebiyên wan nikaribûn bigirîn.

65
Hingê Reb wek ku ji xewê hişyar bibe,
Wek zilamê ku ji ber şerabê diqîre, hişyar bû.

66
Li dijminên xwe xist û belav kir,
Wî rûreşiyeke herheyî da wan.

67
Û Xwedê dûndana Ûsîv red kir,
Efrayîm eşîra xwe nebijart;

68
Tenê Cihûda eşîra xwe,
Çiyayê Sîyonê yê ku jê hez dike bijart.

69
Perestgeha xwe wek bilindahiyan,
Wek dinya ku herheyî ava kiribû, çêkir.

70
Û wî evdê xwe Dawid bijart,
Wî ew ji hewşa miyan,

71
Ji wê dera ku wî li mêşinan dinihart, hilda.
Da ku ew bibe şivanê gelê wî Aqûb,
Şivanê mîrasa wî Îsraêlê.

72
Hingê Dawid bi durustî ji wan re bû şivan,
Bi hunerê destê xwe rê nîşan da li ber wan.