Zebûr Beşa 79
- 1
- Ey Xwedê, millet ketin mîrasa te,
Qirêjî kirin perestgeha te ya pîroz,
Orşelîmê kirin qûça keviran.
- 2
- Laşên evdên te, ji bo xwarinê dan teyrên asîman,
Goştê peywirên te dan cinawirên ser erdan.
- 3
- Li dora Orşelîmê, xwîna wan wek avê rêtin,
Tu kes nebû ku veşêre laşê wan.
- 4
- Li pêş cîranên xwe em rûreş bûn,
Em bûn pêkenî û şahiya yên der û dora xwe.
- 5
- Heta kîngê ya Xudan?
Ma wê her û her bajo xezeba te?
Ma wê dexesiya te, wek agîr bişewite?
- 6
- Tu xezeba xwe, bi ser miletên ku bi te nizanin,
Bi ser welatên ku bang nakin navê te de birijîne.
- 7
- Çimkî wan serê Aqûb xwar,
Û welatê wî kirin çol.
- 8
- Tu gunehê bav û kalên me, bibîr neyne li hember me,
Tu dilovaniya xwe zû nîşan de ji bo me,
Çimkî em gellek nizim bûn.
- 9
- Ey Xwedayê rizgariya me, ji bo berziya navê xwe were alîkariya me,
Me rizgar ke, ji bo xatirê navê xwe, me ji gunehên me pak ke!
- 10
- Ma çima wê millet bêjin, “Ka Xwedayê wan li ku ye?”
Bila di nav miletan de bê zanîn, ku ewê heyfa xwîna wan bê hilanîn,
Û em vê bi çavê xwe bibînin!
- 11
- Bila nalîna girtiyan bigîhije tebeqa te,
Tu bi mezinahiya hêza xwe, biparêze zaryên mirinê.
- 12
- Tu tinazkirina cîranên me yên ku bi te tinaz kirin,
Heft qat li wan vegerîne ya Reb!
- 13
- Û em gelê te, miyên mêrga te,
Em her û her spas dikin ji bo te,
Ji nifşan heta nifşan em digihînin pesindana te.