Zebûr Beşa 83
- 1
- Ey Xwedê, hiş nebe,
Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê!
- 2
- Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin,
Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin.
- 3
- Li hember gelê te civînên hîlekar datînin,
Li hember yên ku tu diparêzî, şêwr dikin.
- 4
- Dibêjin, “Werin em wan tune bikin, bila nebin milet,
Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!”
- 5
- Hemûyan dilê xwe kirin yek, li hev şîret kirin,
Li hember te peyman çêkirin:
- 6
- Konên Edomê û Simaîliyan,
Moab û Haceriyan,
- 7
- Gebal, Ammon û Amalek,
Gelê Sûr û Filîstî,
- 8
- Aşûr jî bi wan re bû yek,
Hêz dan lawên Lûtiyan.
- 9
- Ya ku te bi Mîdyanê kir, bi wan jî bike,
Çawa ku te bi Sîsera û li newala Kîşonê bi Yabîn kir.
- 10
- Ew li Endorê helaq bûn,
Ji bo axê bûn hok.
- 11
- Esîlzadên wan, wek Oreb û Zeeb bike,
Ya ku te anî serê Zehab û Salmûna, bîne serê begên wan.
- 12
- Wan got, “Werin em mêrgên Xwedê,
Ji xwe re bikin milk.”
- 13
- Ey Xwedayê min, tu wan wek babelîska tozê,
Wek kaya ber bayê bike!
- 14
- Wek pêta ku daristanê dişewitîne,
Wek alava ku çiyan digire,
- 15
- Bi bagera xwe bi pey wan bikeve,
Bi babelîska xwe wan têxe sawê!
- 16
- Ruyê wan bi şermê binixême,
Da ku li navê te bigerin ya Xudan.
- 17
- Bila her û her şerm bikin û şaş bimînin,
Bila tune bibin û rûswa bimînin.
- 18
- Da ku hîn bibin navê te Xudan e,
Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.