Zebûr Beşa 84
- 1
- Ey Xwedayê ordiyan,
Çiqas xweş e ciyê te.
- 2
- Canê min bêriya hewşên Xudan dike,
Jê re dixeriqe,
Dilê min û bedena min,
Xwedayê jîndar bi şahî bibîr tîne.
- 3
- Di gorîgehên te de,
Heta beytikê ji xwe re malek, hechecikê jî,
Ji bo danîna ferxikên xwe, ji xwe re hêlînek dît.
Ey Xudanê ordiyan, padîşah û Xwedayê min!
- 4
- Xwezî bi wan ku li mala te rûdinên,
Ew hergav spasdarên te ne.
- 5
- Xwezî bi wî ku hêza xwe ji te distîne!
Riya heca Siyonê di dilê wî de ye.
- 6
- Gava ew di Geliyê Bekayê re derbas dibin,
Ew wê derê dikin serê kaniyê,
Bila bi barana pêşî re, ew der bibîne adaniyê.
- 7
- Çiqas here wê hêzdar bibin,
Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin.
- 8
- Ya Xudan, Xwedayê ordiyan goh bide dua min,
Goh bide ey Xwedayê Aqûb.
- 9
- Ey Xwedayê ku mertalê me ye, binêre,
Ruyê meshkiriye* xwe bibîne!
- 10
- Rojeke li hewşên te,
Ji hezar rojan çêtir e;
Di şûna ku ezê li konê xerabiyê rûnêm,
Li mala Xwedê, li ser sekokê rûniştin, çêtir e ji bo min.
- 11
- Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e.
Kerem û berziyê dide;
Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne.
- 12
- Ey Xudanê ordiyan,
Yê ku bi te ewle ye, çiqas dilgeş e!