Zebûr Beşa 88

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 88

Maskîla Hemanê Ezrahî. 

1
Ya Xudan, Xwedayê rizgariya min,
Şeveroj, ez li ber te dikim hawar.

2
Bila dua min bigihîje te,
Tu goh bide hawara min.

3
Çimkî ez ji tengahiyan têr bûm,
Û jiyana min nêzikî diyarê miriyan bû.

4
Ez bi yên di çala mirinê de têm jimartin,
Wek zilamê bê alîkar im.

5
Wek yê ku hatiye avêtin nav miriyan,
Wek kuştiyê li gorê vezelandî,
Wek wan ên ku êdî tu bibîr naynî,
Wek wan ên ku ji destê te hatin birrîn.

6
Te ez kirim çala herî kûr,
Te ez avêtim tarî û kûrahiyan.

7
Xezeba te bi ser min de hat,
Û te bi hemû pêlan ez pelçiqandim.

8
Te nasên min ji min dûr kir,
Min li pêş wan mekrûh kir.
Derî li ser min hat radan, da ku ez nerevim.

9
Ji berketinê çavê min ditemirin,
Her roj min bangî te kir, ya Xudan,
Min destên xwe li ber te vekir.

10
Ma tê nuwazeyên xwe nîşanî miriyan bidî?
Ma wê siya miriyan rabe û pesnê te bide?

11
Ma kerema te li gorê,
Dilsoziya te li diyarê helaqê tê bihîstin?

12
Ma harîqayên te di tariyê de,
Qenciya te li diyarê jibîrkirinê tê zanîn?

13
Belê min ya Xudan, min li te kir hawar,
Û dua min a serê sibê digihîje tê.

14
Tu çima min ji xwe davêjî, ya Xudan,
Tu çima rûyê xwe ji min vedişêrî?

15
Ez ketime, ji ciwaniya xwe ve li ber mirinê me,
Min sawa te kişand, ez şaş mam.

16
Xezeba te bi şid di ser min re derbas bû,
Tirsa te ez qedandim.

17
Tevahiya rojê wek avê dor li min pêçan,
Û hemûyan bi hev re ez rapêçam.

18
Te dost û hevalan ji min dûr kir,
Nasên min jî di tariyê de ne.