Zebûr Beşa 89

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 89

Maskîla Eytanê Ezrahî. 

1
Ezê kerema Xudan her û her bi stranan bêjim,
Dilsoziya wî ji hemû nifşan re bi devê xwe bêjim.

2
Ez dibêjim kerema te her û her ava ye,
Dilsoziya te mayindar e, wek ezmana ye,

3
Te got, “Min bi bijartiyê xwe re peyman danî,
Ji evdê xwe Dawid re sond xwar:

4
Ezê nîjada te her û her bihêlim,
Û textê te ji bo her nifşî biparêzim.”

5
Ezman, pesnê harîqayên te didin ya Xudan,
Di civata ezmaniyan de dilsoziya te, tê pesindan.

6
Ma li ezman, kî ji Xudan re heval tê nîşandan?
Di nav yên ezmanî de, kî heye wekî Xudan?

7
Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e,
Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e.

8
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Ma kî bi qasî te hêzdar e ya Xudan?
Dilsoziya te, te dipêçe.

9
Tu li pozbilindiya deryayê hukum dikî,
Gava ku pêl radibin tu wan didî rawestan.

10
Te Rahab, wek zilamekî kuştî pelçiqand,
Bi hêza zendê xwe, dijminê xwe ji hev qetand.

11
Ezman yên te ne, erd jî;
Dinê û tijehiya wê, te ava kir.

12
Bakûr û başûr te çêkir,
Çiyayên Tabor û Hermon
Bi navê te şa dibin.

13
Milên te hêzdar in,
Destê te xurt, destê te yê rastê bilind e.

14
Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye,
Kerem û dilsozî li pêş te rê ve diçin.

15
Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre!
Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan.

16
Tevahiya rojê bi navê te şa dibin,
Û bi rastdariya te bilind dibin.

17
Çimkî tu berziya hêza wan î,
Bi qenciya te, qiloçê me bilind dibe.

18
Çimkî mertalê me, yê Xudan e,
Padîşahê me jî, Yê Pîroz ê Îsraêlê ye.

19
Hingê te ji peywirên xwe re,
Bi xewnerojekê got:
“Min alîkariya mêrxasekî kir,
Di nav gel de yê bijartî bilind kir.

20
Min evdê xwe Dawid dît,
Bi rûnê xwe yê pîroz ew mesh* kir.

21
Wê destê min bi wî re be,
Milê min jî hêz bide wî.

22
Wê dijmin ji wî nestîne bêş,
Lawê xerabiyê wî biçûk neke.

23
Ezê li pêş wî bişikînim dijminên wî,
Ezê li wan xim, yên ku nefret dikin ji wî.

24
Wê dilsozî û kerema min bi wî re be,
Bi navê min hêza wî bilind bibe.

25
Ezê destê wî deynim ser deryayê,
Destê wî yê rastê deynim ser çeman.

26
Ewê ji min re bêje, ‘Bavê min tu yî,
Tu Xwedayê min, zinarê rizgariya min î.’

27
Ez jî, ezê wî bikim kurê xwe yê pêşî,
Di nav padîşahên dinê de bikim yê herî bilind.

28
Ezê her û her kerema xwe nîşanî wî bidim,
Û peymana min her bi wî re be.

29
Ezê nîjada wî her û her,
Textê wî heta ku ezman hebe bihêlim.

30
“Eger zarokên wî dev ji şerîeta min berdin,
Û li gor dadbariyên min rêve neçin;

31
Eger şerîeta min xera kin,
Û emrên min negirin,

32
Hingê ezê serhildanên wan bi dar,
Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim.

33
Belê ez kerema xwe ji wî bi şûn de nastînim,
Dilsoziya xwe li derewê venagerînim.

34
Peymana xwe xera nakim,
Ya ku ji lêvên min derketiye naguhêrim.

35
Carekê, min li ser pîroziya xwe sond xwar,
Ezê ji Dawid re derew nebêjim.

36
Wê nîjada wî her û her bajo,
Textê wî li pêş min wek rojê bimîne,

37
Wek hîva ku her û her dimîne,
Wê ezman wek şahidê dilsoz be.”

38
Belê te, dev jê berda û ji xwe avêt,
Tu li yê xwe yê meshkirî* hatî xezebê.

39
Te ji peymana xizmetkarê xwe nefret kir,
Te taca wî bi axê qirêjî kir.

40
Te hemû dîwarên wî xera kir,
Wêran kir hemû kelehên wî.

41
Hemû yên ku di rê de derbas dibin wî dişelînin,
Di nav cîranên xwe de şermî bû ew.

42
Te destê rastê yê dijminên wî ra kir,
Te hemû dijminên wî şa kir.

43
Te devê şûrê wî jî, werrivand,
Û kir ku ew di şer de bişikê.

44
Te dawî li rewnaqiya wî anî,
Textê wî li bin gohê erdê danî.

45
Te rojên xortaniya wî kurt kir,
Ser wî bi şermê nixamt.

46
Ma heta kîngê ya Xudan?
Ma tê her û her veşêrî?
Heta kîngê wê xezeba te wek agir bişewite?

47
Jiyê min çiqas kurt e, bibîr bîne.
Te ji bo çi tiştên vala, mirov afirandine!

48
Yê ku jiyaye û mirin nedîtiye,
Yê ku ji destê diyarê miriyan canê xwe xelas kiriye, kî ye?

49
Ya Reb, li ku ma ew kerema te ya pêşî?
Ya ku te bi dilsoziya xwe ji Dawid re sond xwaribû!

50
Ya Reb, riswabûna evdên xwe bibîr bîne,
Ez loma hemû miletan,
Di dilê xwe de hildigirim.

51
Dijminên te bi wê tinazên xwe kirin ya Xudan,
Bi wê, bi şopên mesha* te tinazên xwe kirin.

52
Xudan her û her pîroz be!
Amîn û amîn.