Zebûr Beşa 9

Zebûra Dawid. 

1
Ya Xudan ezê bi hemû dilê xwe ji te re şikir bêjim,
Hemû karên te yên mezin bibêjim.

2
Ezê bi te dilgeşiyê bibînim, bikim kêfan.
Bi îlahiyan bidim pesnê te, ey Berzê Berzan!

3
Gava ku dijminên min bi şûn de vedigerin,
Li pêş te diterpilin, dimirin û derin.

4
Çimkî doza min, heqê min te parast,
Li text rûniştî da biryara rast.

5
Te li miletan hilat, xeraban tune kir,
Her û her navê wan jê bir.

6
Dijmin neman, her û her xerab in,
Te ji binî hilweşand bajarên wan,
Êdî qet nayê gotin ji navê wan.

7
Belê Xudan her û her rûniştiye,
Bi hukum textê xwe ava kiriye.

8
Bi edalet dinyayê ew digerîne,
Bi rastî hukmê xwe li ser miletan datîne.

9
Ji bo bindestan Xudan stargeh e,
Di rojên teng de keleh e.

10
Yên bi te dizanin ji te ewle ne,
Çimkî yên ku berê xwe dan te, te neterikand ya Xudan.

11
Bi lavijan pesnê Xudanê li Siyonê rûniştî bidin!
Bila bi we kirinên wî li nav miletan eşkere bibin.

12
Çimkî, yê bi pey xwîna rêtî dikeve wê bibîr tîne,
Feryada bindestan ji bîr dernayne.

13
Li min were rehmê ya Xudan,
Yê ku min radike ji derê mirinan.
Bibîne, ez çi ji destê yên ku ji min nefret dikin dikişînim!

14
Wusa ku, hemû pesnên te bêjim,
Li deriyên bajarê keça Siyonê,
Bi xelaskirina te dilgeş im.

15
Milet ketin çala ku kolan,
Lingên wan ket tora ku veşartin.

16
Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn,
Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon.

17
Xerab wê herin diyarê miriyan,
Miletên Xwedê jibîr kirine her eynî riyan.

18
Çimkî wê feqîr herdem neyê jibîrkirin,
Hêviya bindestan her û her neyê xîşkirin.

19
Rabe ya Xudan, bila zorbir nebe însan,
Li pêş te be, hukumkirina miletan!

20
Tu wan bibizdîne, ya Xudan!
Bila bizanibin ku ew, ne tu tişt in, tenê însan.