Zebûr Beşa 92
- 1
- Ya Xudan, ji te re spaskirin,
Ey Yê Herî Berz, bi lavijan pesnê navê te dayin,
- 2
- Serê sibê kerema te,
Her şev dilsoziya te,
- 3
- Bi tembûra deh têl, bi çeng û bi lîrê,
Bi dengê bi aheng îlankirin, çi xweş e!
- 4
- Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim,
Li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim.
- 5
- Karên te çi mezin in, ya Xudan!
Û çiqas kûr in ramanên te!
- 6
- Zilamê evdal nizane,
Û yê ehmaq, vê fêm nake.
- 7
- Wek giya şînbûna xeraban,
Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan,
Ji bo her û her hilweşîna wan e.
- 8
- Belê tu ya Xudan, tu her û her berz î.
- 9
- Va ye, dijminên te ya Xudan,
Va ye, wê dijminên te tune bibin,
Hemû yên sûcdar, wê belav bibin.
- 10
- Te ez bi qasî gakuviyekî hêzdar kirim,
Rûnê teze bi serê min de rêt.
- 11
- Çavên min, ketina dijminên min dîtin,
Gohên min, şikestina dijminên min bihîstin.
- 12
- Zilamê rastdar, wê wek dara xurmê geş bibe,
Wek dara Sedir a Lubnanê mezin bibe.
- 13
- Ew li mala Xudan hatine danîn,
Wê li hewşa Xwedayê me şitil bidin.
- 14
- Wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin,
Ewê terr û şîn bin.
- 15
- Ewê nîşan bidin ku Xudan rast e!
Zinarê me ew e, li ba wî neheqî tune.