Zebûr Beşa 94

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 94

Zebûr 94 

1
Ya Xudan, ey Xwedayê tolstên,
Ey Xwedayê tolstên, ronahiya xwe belav ke!

2
Ey dadgerê dinê, rabe,
Bergîdana qureyan bide!

3
Ya Xudan, wê heta kîngê xerab,
Wê heta kîngê xerab şa bin?

4
Gotinên vala bi quretî dibêjin,
Sûcdar tev pesnê xwe didin.

5
Ya Xudan, ew dipelçînin gelê te,
Derd didin mîrasa te.

6
Ew jinebî û xerîban dibirrin,
Û sêwiyan dikujin.

7
Û dibêjin,”Xudan nabîne,
Xwedayê Aqûb nafesilîne.”

8
Ey hûn, evdalên nav gel, fêm bikin;
Ey ahmeqno, hûnê kîngê bi aqil bibin?

9
Ma yê ku goh çêkirî nabihîze?
Yê ku çav çêkirî nabîne?

10
Ma yê ku zanîn hîn kirî însan?
Ceza nake, perwerdekarên miletan?

11
Xudan dizane bi ramanên mirovan,
Û bi valahiya ramanên wan.

12
Çi dilgeş e ya Xudan, yê ku te perwerde kirî,
Û yê ku te şerîeta xwe pê hînkirî!

13
Heta ku ji yê xerab re çal tê kolan,
Tu di rojên tengahiyê de rihetiyê didî wan.

14
Çimkî Xudan gelê xwe ji xwe navêje,
Û mîrasa xwe bernade.

15
Çimkî, wê dadbarî li rastiyê vegere,
Û yên dilpaqij, bidin dû wê.

16
Ma wê kî ji bo min li hember xeraban rabe?
Wê ji bo min kî li ber sûcdaran derkeve?

17
Eger Xudan nebûya alîkarê min,
Niha zû çûbû diyarê bêdengiyê canê min.

18
Gava ku min got, “Lingê min dişemite,”
Kerema te ez girtim, ya Xudan.

19
Gava ku tengahî dadigirin hundirê min,
Xemrevandina te rihet dike canê min.

20
Ma serwerên xerab, dikarin ji te re bibin hevalbend?
Û yên ku bi qanûnê neheqiyê dikin?

21
Ew li hember yê rast dicivin,
Yê bêrî, bi mirinê mehkum dikin.

22
Belê Xudan ji bo min birca bilind e,
Û Xwedayê min, zinarê xwespartinê ye.

23
Wî sûcê wan li wan vegerand,
Wê bi xerabiya wan, wan bibirre û bavêje,
Wê Xwedayê me Xudan, wan bibirre û bavêje.