Zebûr Beşa 95
- 1
- Werin em bi şahî bang bikin Xudan,
Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn,
- 2
- Em bi spasî derkevin pêşberî wî,
Em lavijên şahiyê bêjin ji bo wî!
- 3
- Çimkî Xudan, Xwedayekî mezin e,
Di ser hemû îlahan de ew padîşahê mezin e.
- 4
- Derên kûr ên erdê di destê wî de ne,
Bendavên çiya jî yên wî ne.
- 5
- Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye,
Erd jî bi destê wî çêbûye.
- 6
- Werin em biperizinê û şa bibin,
Li pêş Xudanê ku em afirandine herin ser çokan.
- 7
- Çimkî ew Xwedayê me ye,
Û em jî gelê mêrga wî,
Miyên ber destê wî ne.
Xwezî we îro dengê wî bibihîzta,
- 8
- Wek li Merîbayê û wek roja Massayê li çolê,
Dilê xwe hişk nekin.
- 9
- Li wir bav û kalên we, di gel ku karên min dîtin,
Wan ez sihêtî kirim û ez ceribandim.
- 10
- Çil salan min derdê wî nifşî kişand,
Min got, “Ev miletek dilşaşbûyî ye,
Wan bi riyên min nizanibûn.”
- 11
- Loma min bi hêrs sond xwar:
“Ewê nekevin rihetiya min.”