Zebûr Beşa 98
- 1
- Ji Xudan re lavijek nû bixwînin,
Çimkî wî karên nedîtî kir,
Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî.
- 2
- Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin,
Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da.
- 3
- Hezkirin û dilsoziya xwe ya,
Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî;
Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît.
- 4
- Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin!
Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan!
- 5
- Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan,
Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan!
- 6
- Bi zirnê û bi dengê boriyan,
Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin.
- 7
- Bila derya û tijebûna wê,
Dinya û yên lê rûdinên biqîrin.
- 8
- Bila çem, li çepikan xin,
Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan.
- 9
- Çimkî ew tê,
Da ku dadbar bike dinê bi edaletê,
Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.