Zêrên Jiyanê

Hesen xortekî ciwan e. Du cot bazinan ji dîya xwe û hinek jî pere ji bavê xwe digire û bi hêvîyeke mezin berê xwe dide bajarê Stenbolê.

Destê xwe diavêje çi karî, ew gelek zirarê dike, hêvîyên wî tev dişikên û careke din berê xwe dide Amedê. Êdî di destê Hesen de bitenê du cot bazinên dîya wî mane, îcar ew difikire ku van herdû bazinan bide ser dabaşa (miçilge) futbolê. Mixabin ew herdû bazinan jî winda dike. Hevalekî Hesen heye û ew bawermendê Mesîhî ye. Ew dixwaze ku Hesen dev ji riya xerab berde û bi awayekî dixwaze ku “Zêrên Jiyanê” kifş bike…

Hûn temaşe bikin û binêrin Hesen “Zêrên Jiyanê çawa bi dest dixe?

Ji bo temaşekirina ji kompîtûrê:

 

Ji bo temaşekirina ji telefon anjî tabletê: