Pirs

Vejîna Îsa Mesîh

Di meha Nîsanê de ji bo gelên Mesihîyan û bi rastî ji bo hemû gelan mehek giring e! Li gorî hin kesan meha biharê ye û şênkahîya deşt û zozanan ne. Bi rastî jî wisa ye. Lê tiştekî din jî heye ku vê mehê hê zêdetir manedar dike! Ew jî meha vejînbûna Îsayê Mesîh e.

Çima ji Îsa Mesîh re Kurê Xwedê tê gotin?

Ew li gor ramanên mirovî difikirin dibêjin: «Eger Îsa Kurê Xwedê be, hingê pêwist e ku jineke Xwedê jî hebe.» Dûrî me be ku em tiştekî weha bifikirin. Ji xwe em tiştekî weha nabêjin û em nikarin tiştekî weha bifikirin jî. Wê gavê em çi dibêjin?

Ma di şûna Îsa Mesîh de, ne yekî din mir?

Ev çîrok bi vî awayî dest pê dike, dibêjin: «Çaxê ku leşker çûn baxçê Gêtşemaniyê da ku Îsa Mesîh bigirin, şev tarî bû û leşker tevlihev bûn û di şûna Îsa de Cihûda birin, çimkî Xwedê ew xist dirûvê Îsa. Loma leşkeran bê hemdê xwe Cihûda girt û li çarmixê xistin. Di wê navê de Îsa bêyî ku bimire rasterast hilkişiya ezmên û vegeriya ba Xwedê.» Lê ev şaş e!

Mizgîniya Barnabas

Çîrokeke ku di mejiyê hin mirovan de bi cih bûye ev e: Dibêjin ku Mizgîniya eslî Mizgîniya Barnabas e û li gor bîr û baweriya wan mirovan, ew Mizgînî ji bo çend sedsalan li Vatîqanê hatibû veşartin. Wê gavê ka em binêrin Mizgîniya Barnabas çi ye.

Di Qonseya Îznîkê De Çi Çêbû?

Gelek caran mirov dibêjin: «Qonseya ku li bajarê Îznîkê civiya, ji nav 4400 destnivîsaran bi tenê çar Mizgînî qenc hesab kirin û ew hatin hilbijartin jî.» Lê bi rastî, di vê qonseyê de çi çêbû?

Ma Kitêba Pîroz Hatiye Guhertin?

Gelek caran mirov tên ba me û ji me re dibêjin ku di çar aliyên dinyayê de hem tê zanîn û hem jî hatiye îspatkirin ku Mizgînî yanî Încîl di sedsalên bihûrtî de bi destê gelek keşeyan hatiye guhertin. Gelo ev mimkun e?

Mirov Çawa Xilas Dibe?

Di nav gelê me de fikreke belav dibêje ku mirovê ku xêr bike wê xilas bibe û Xwedê gunehên wî mirovî efû bike. Lê belê gelo ev rast e?

Çima Îsa Mesîh?

Mesîhî her dem li ser Îsa Mesîh dipeyivin. Gelo çima Îsa Mesîh evqas girîng e?