Çima Îsa Mesîh?

Şivanê QencÇima Îsa Mesîh evqas girîng e?

Ji bo ku em bersîva vê pirsê bidin, em dixwazin qala serhatiyekê bikin. Ev serhatî di Pirtûka Pîroz de cih digire. Pirtûka Pîroz ji peyvên Xwedayê herî bilind pêk hatiye. Ev serhatiya ku emê li ser bipeyivin rast û ewledar e, ji ber ku ev peyvên Xwedayê herî bilind e.

Tenê Xwedayek heye û ew Xwedayê herî bilind e. Xwedayê herî bilind ji hemû mirov û serwerên li ser rûyê erdê hêzdartir e. Di dîroka dinyayê de gelek xwedayên nerast dihatin perizîn (mînak xwedayê agir, xwedayê rojê, xwedayê heyvê û h.w.d.). Lê Xwedê ji wan xurttir e, ji ber ku Xwedayê tenê û rast ew e. Ew yek û rastî ye.

Afirandina Dinyayê

Di destpêkê de Xwedayê herî bilind hebû. Xwedayê herî bilind afirîner e. Wî hemû tiştên di dinya û bihiştê (cenetê) de afirandin. Hêza wî ji her tiştî mezintir e. Navê wî Xudan e.

Dema ku Xwedê dest bi afirandinê kir, wî tenê peyvên xwe bi kar anîn. Wî got: “Bila çêbe!” û her tişt çêbû.

Xwedê di şeş rojan de hemû tişt afirandin. Wî rûyê ezman, ax, av, çiya, derya, roj, hîv, stêrk, hemû giya, devî, dar û heywan afirandin. Xwedê milyaket ji bo ku ji wî re xizmetê bikin û îbadet bikin, afirandibûn û ev milyaket gelek qenc bûn. Xwedê Adem û Hawa jî afirandin, da ku ew ji tiştên ku wî afirandine, jê kêfê bistînin.Xwedê her tiştê di gerdûnê (kâinat) de bi awayekî herî baş û bêkêmasî afirand.

Xwedê Adem û Hawa di baxçeyekî xweş de bi cih kirin, da ku jiyaneke xweş derbas bikin. Di wan deman de di nav Xwedê û mirovên pêşî de têkiliyeke gelek xweş hebû. Xwedê ji wan re got ku ew bexçe biçînin û ji her darên bexçe bixwin. Lê belê Xwedê emrekî gelek girîng da wan: Wan dikaribû ji fêkiyên hemû darên di bexçê de bixwarana, lê darek hebû ku xwarina wê qedexe bû. Eger wan ji fêkiyê dara ku hatibu qedexe kirin jê bixwara, ewê eseh bimirana. Di destpêkê de Adem û Hawayê li vê gotina Xwedê guhdarî kir. Ew di bexçe de bi Xwedê re di têkiliyên xweş de diman û rojên xwe derbas dikirin.

Guneh Dikeve Dinyayê

Gelo milyaketên ku Xwedê afirandibun tên bîra te? Yek ji wan gelek biaqil û gelek jî bedew bû. Lê belê piştî demekê wî milyaketî dest bi pozbilindî û quretiyê kir. Wî milyaketî dixwest ku ew bibe wek Xwedê. Wî milyaketî dixwest ku milyaketên din wî îbadet bikin. Lê tenê Xwedê hêja ye ku bê îbadet kirin. Ji ber vê yekê Xwedê milyaketê xerab, yanî Îblîs û hemû milyaketên din ên ku di riya wî de çûn ji bihiştê qewirandin. Ev milyaketên xerab wek ruhên nepak an jî cin tên zanîn.

Rojekê Îblîs Hawa xapand ku ew ji fêkiyê dara qedexekirî bixwe. Ji bo ku Îblîs vî tiştî bike, wî ji jinê re derewek got. Wî got: “Eger hûn ji wê fêkiyê darê bixwin hûnê bibin wek Xwedê.” Hawayê bi ya Îblîs kir û fêkî xwar. Wê da Adem û wî jî xwar.

Herduyan jî bi xwarina vî fêkiyî emîrê Xwedê şkênandin. Dema ku mirov guh nede emîrên Xwedê, li ba Xwedê ev tişteke ‘gunehe’. Xwedê adil û pîroz e. Ji ber vê yekê ew guneh cezayek heq dike. Xwedê Adem û Hawa ji bexçe avêtin û bi vî awayî têkiliya wan a bi Xwedê re qetiya. Êdî mirov û Xwedê ji hev veqetiyayî bûn.

Mîna Adem û Hawayê, ji wê rojê pê ve mirov guhdariya emrên Xwedê nakin, yanî em jî guneh dikin. Berdêla guneh jî mirina bêdawî ye, yanî mirina ruhanî ye. Ruhê mirovê gunehkar nikare bi Xwedê re di têkiliya xweş de bijî.

Her ku diçû, roj bi roj hejmara mirovan li ser rûyê erdê zêde dibû. Tevî ku mirovan guneh dikir jî, Xwedê ji wan gelek hez dikir û dixwest ku têkiliya mirovan bi wî re hebe. Divê ku em vê yekê ji bîr nekin ku Xwedê bêkêmasî, bêqusûr û pîroz e. Ji ber vê yekê ji bo ku mirov bikaribin bi wî re bijîn, divê ku ew bi xwe jî bêkêmasî, bêqusûr û pîroz bin. Lê belê mirov gunehkar in û nikarin bi temamî emrên Xwedê bi cih bînin.

Lê ji ber hezkirina mezin a Xwedê, mirovan kengê guneh bikira, Xwedê fersenda tobekirinê dida wan. Lê herweha Xwedê li wan emir kir ku ew goriyan (qurbanan) pêşkêş bikin. Diviyabû ev gorî (qurban) heywanekî bêqusûr bûya û xwîna wî bihata rijandin. Wek ku di peyva Xwedê de tê nivîsandin, bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin. Eger mirovan ji guneh tobe bikira û bi baweriyê gorî pêşkêş bikirana, ewê nehatana cezakirin.

Mixabin mirovan dev ji gunehan bernedida û êdî goriyên ku wan pêşkêş dikirin nîşaneke ku wan ji dil tobe dikir nedibûn, lê ji bo wan tenê bû adetekî kevneşopî. Ji ber ku mirovan goriyên xwe ji dil û can pêşkêş nedikirin, Xwedê ji wan goriyan nefret dikir. Em li vir dibînin, ji bo ku li gunehan bihata bihûrtin, goriyek lazim bû û herweha bawerî jî şert bû.

Ji bîr nekin ku Xwedê ji mirovan gelek hez dikir. Xwedê ji ber neguhdariya wan xezebdar bû; lê belê Xwedê nedixwest ku mirov heta hetayê ji wî dûr bijîn. Ji ber vê yekê ji bo ku têkiliya xweş di nav Xwedê û mirovan de dîsa bê danîn, Xwedê çareseriya bêkêmasî pêşkêş kir.

Xilasî Tê Pêşkêşkirin

Ji bo ku em dîsa bikaribin bigihîjin Xwedê, Ew Îsa Mesîh şand dinyayê.

Îcar Îsa Mesîh kî ye?

Em dikarin bi çend mînakan (meseleyan) salixê Îsa Mesîh bidin:

Îsa Mesîh mamosteyekî zana ye.

Bi hezaran mirov hatin û guhdariya hînkirina Îsa Mesih kirin, da ku ew hîn bibin ku dê çawa bikaribin vegerin Xwedê û çawa bikaribin di riya Xwedê de bimeşin.

Herweha Îsa Mesîh bi awayekî hêzdar mucîze (keramet) jî nîşan dan.

Wekîmînak, (sozmesele) carekê dema ku Îsa Mesîh emir da bayê û bager rawestand. Îsa Mesîh û çend şagirtên wî bi qeyikê derbasî goleke mezin dibûn. Îsa Mesîh di xew de bû û ji nişkê ve li ser golê bagereke xurt derket holê. Şagirtên Îsa Mesîh gelek tirsiyan. Wan Îsa Mesîh hişyar kir û bi dengekî bilind gotin: “Em dimirin!” Îsa Mesîh emir da bayê û li golê emir kir û got: “Bisekine, bêdeng be!” Ba sekinî û bêdengiyeke mezin çêbû. – Hêza Îsa Mesîh ji hemû hêzên xwezayiyê mezintir e.

Îsa Mesîh elaleteke kêm û zêde pênc hezar mirovan têr kir.

Di bûyereke din de kêm û zêde pênc hezar kes hatibûn ku hînkirinên Îsa Mesîh ên li ser Xwedê bibihîzin. Bû êvar, lê belê elalet tu tişt nexwaribûn û ew birçî bûbûn. Di destên wan de tenê pênc nan û du masî hebûn. Îsa Mesîh bi van pênc nan û du masiyan ji pênc hezar mirovan zêdetir têr kirin. – Hêza Îsa Mesîh dikare hemû hewceyiya mirovan peyda bike.

Îsa Mesîh zilamekî cinoyî qenc kir.

Rojeke din jî Îsa Mesîh zilamekî cinoyî dît. Zilam hem gelek bi hêz û hem jî gelek bitalûke bû. Îsa Mesîh ji zilam hez kir û ruhên nepak jê derxist. – Hêza Îsa Mesîh ji hêza cinan jî mezintir e.

Îsa Mesîh miriyek jî ji nav miriyan rakir.

Dostekî (heval) Îsa Mesîh nexweş ket û mir. Lê dema ku ev bûyer çêbû, Îsa Mesîh ne li wir bû. Piştî çar rojan dema Îsa Mesîh hat mala dostê xwe ew gelek xemgîn bû. Dostê Îsa Mesîh çar roj berê xistibûn gorê. Îsa Mesîh çû ber gorê û got: “Dostê min, ji wê derê derkeve.” Dostê wî vejiya (sax bû) û ji gorê derket! – Îsa Mesîh ji mirinê jî xurttir e. (bihêztir e)

Îsa Mesîh berxê Xwedê ye.

Mirovan ji Îsa Mesîh hez dikir, lê belê hin serokan çavnebariya wî dikir. Wan mirovan ew girt û biryar dan ku wî bikûjin. Wan Îsa Mesîh li ser çarmixê rakêşand.

Van mirovan dest û lingên Îsa Mesîh girtin û bi mixên stûr ew bi xaçê ve bizmar dan. Xwîna wî ji dest û lingên wî rijiya û diherikî. Wî li ser xaçê demeke dirêj êş kişand. Îsa Mesîh bêkêmasî û bêguneh bû û cezayê mirinê heq nekiribû, lê wî li ser xaçê ji bo hemû mirovan, ji bo me hemûyan, canê xwe da.

Ji ber ku Xwedê ji me hez dike wî destûr da ku Îsa Mesîh li ser xaçê di cihê me de bimire. Yanî, Îsa Mesîh bû goriya bêqusûr û bêkêmasî. Wek ku di demên berê de mirovan ji bo gunehên xwe goriyên (qurbanên) wek berxan pêşkêş dikirin, Îsa bû berxê Xwedê ku gunehên dinyayê radike. Tenê bi rijandina xwîna Îsa Mesîh gunehên me tên bexşandin. – Mirina Îsa Mesîh nîşanî me dide ku Xwedê ji me hez dike.

Lê belê serhatiya me li vir naqede, çimkî sê roj piştî mirina wî Îsa Mesîh dîsa ji nav miriyan rabû! Erê, ew niha dijî! Ew li hember guneh, Îblîs û mirinê serfiraz û bi ser ketiye!

Mesela Kurê Windabûyî

Berî ku Îsa Mesîh bê xaç kirin, wî ji şagirtên xwe re qala meseleyeke di derbarê bavekî û kurên wî kir.

Got: Du kurên mirovekî hebûn. Ji wan yê biçûk ji bavê xwe re got: “Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.” Bav malê xwe li herdu kurên xwe par kir. Piştî çend rojan kurê piçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir.

Piştî ku her tiştê xwe xerc kir xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt. Wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan. Îcar ew dixwest ku zikê xwe bi wê xwarina ku berazan dixwar têr bike, lê kesekî wê jî nedidayê. Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: “Ewqas paleyên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji bircîtiyê dimirim. Ezê rabim, vegerim ba bavê xwe û jê re bibêjim: ‘Bavo, min li ber te û li hemberî Xwedê guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re “kurê te” bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.’”

Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi halê kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû, ew hembêz kir û maç kir. Kurê wî jê re got: “Bavo, min li ber te û li hember Xwedê guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re “kurê te” bê gotin.” Lê bav ji xulamên xwe re got: “Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bixin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî. Conegayê xurt bînin û şerjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin, çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.” Û dest bi şahiyê kirin.

Em jî wek wî kurê biçûk in. Dibe ku me bi qasî kurê biçûk guneh nekiribe, lê li gor peyva Xwedê me hemûyan guneh kir û em ji rûmeta Xwedê bêpar man. Me hemûyan dev ji riya Xwedê berda û em hemû ji wî dûr ketin. Divê em hemû tobe bikin û li Xwedê bizivirin. Tenê riyeke ku me bigihîne Xwedê heye û ew jî Îsa Mesîh e. Îsa Mesîh gotibû: “Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.”

Divê em çi bikin?

Ji bo ku em bigihîjin Xwedê, divê em di riya ku Îsa Mesîh pêşkêşî me kiriye re derbas bibin.

Em çawa dikarin bi rêberiya Îsa Mesîh di vê riyê de biçin?

Ji bo ku em di riya Mesîh de biçin û bigihîjin Xwedê, beriya her tiştî divê em di dilê xwe de bawer bikin ku Îsa Mesîh Xudan e; divê em qebûl bikin ku ew wek goriyeke ji bo gunehên me mir û Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye. Divê em ji van tiştan bawer bikin û di duayên xwe de bi devê xwe eşkere bikin.

Gelo tu dixwazî bi saya Îsa Mesîh bigihîjî Xwedê? Tu dixwazî ji gunehên xwe xilas bibî û Xwedê bi rastî nas bikî?

Xwedayê herî bilind dixwaze ku hem tu û hem jî malbata te li wî vegerin. Ji bo ku tu vê yekê bikî, divê tu di wê riya ku Îsa Mesîh bi rijandina xwîna xwe amade kiriye re derbas bibî. Îsa Mesîh goriyeke bêkêmasî bû û ji ber vê yekê tenê bi saya Îsa Mesîh, têkiliya te dikare hem bi Xwedê û hem jî bi mirovên din re sererast bibe.

Eger tu bixwazî, tu dikarî ji dil baweriyê bi Îsa Mesîh bînî û vê duayê bikî, bêjî:

“Xwedayê min, min guneh kiriye, ez ji te dûr ketime. Min guhdariya gotinên te nekir û min emrên te neanîne cih. Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh bû goriya bêqusûr a ku di ber gunehên min de hatiye pêşkêşkirin. Ez baweriyê bi Îsa tînim û li wî ewle me. Ez tobe dikim, ji gunehên xwe dizivirim û ez dixwazim bi saya Îsa Mesîh bigihîjim te. Êdî ez dixwazim di riya te de rêve biçim. Amîn.”

Îsa Mesîh ji me re got ku deriyê ku me bibe jiyanê teng e û rê jî dijwar e. Yên ku vê riyê dibînin kêm in. Ji bo ku em ji rê nekevin Îsa Mesîh soz da ku ewê her dem di vê riya dijwar de bi me re be.

Dibe ku şopandina Îsa Mesîh zor be. Lê belê herweha di şopandina wî de şahiyeke gelek mezin jî heye, çimkî têkiliya me ya bi Xwedê re tê nûkirin û Îsa Mesîh soz da me ku ewê di tengahî û ceribandinên me de her dem bi me re be. Xwedayê me soz da ku dema em bikevin ceribandinê û rastî tengahiyê bên, ewê tu caran dev ji me bernede.

Eger te Îsa wek xilaskar û Xudanê xwe qebûl kiribe, ji kerema xwe re xeberê bişîne me. Em dixwazin alîkariya te bikin ku tu di naskirina Xwedê de bigihîjî û pêş ve herî.