Çima ji Îsa Mesîh re Kurê Xwedê tê gotin?

Kure XwedeGelek mirov ne tenê şikê dibin mirina Îsa Mesîh, lê ew şexs û xasîtiya wî jî zû qebûl nakin.

Ew li gor ramanên mirovî difikirin dibêjin: «Eger Îsa Kurê Xwedê be, hingê pêwist e ku jineke Xwedê jî hebe.» Dûrî me be ku em tiştekî weha bifikirin. Ji xwe em tiştekî weha nabêjin û em nikarin tiştekî weha bifikirin jî.

Hin mirovên din jî hene, dibêjin: «Hin Mesîhiyên ku Îsa Mesîh rû bi rû nas nedikirin, bi hev re şêwirîn û gotin ku ew Kurê Xwedê ye.» Lê belê ev yek jî qet ne rast e.

Hem Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan û hem jî Încîl yanî Mizgînî bi awayekî hevgirtî, Îsa Mesîh, Kurê Xwedê didin naskirin.

Madem ku wusa ye, Kitêba Pîroz vê yekê çawa şîrove dike?

Berî her tiştî, dema tê gotin ku Îsa Mesîh Kurê Xwedê ye, mana vê yekê ne fizîkî ye, çimkî Xwedê ruh e. Ji ber vê yekê çênabe ku Xwedê bi awayekî fîzîkî bibe bavê kurekî. Loma ev kurîtiya Îsa Mesîh ne fizîkî ye, lê têkiliyeke ruhanî ye û bi vê yeka ku Xwedê çawa xwe eşkere dike ve, girêdayî ye.

Îcar Îsa Mesîh di çi maneyê de Kurê Xwedê ye?

Berî her tiştî, em dixwazin di bersîva xwe de giraniyê bidin vê yekê: Demeke dirêj bû ku pêxemberên Xwedê di nivîsarên xwe de didan zanîn, Mesîhê ku wê bihata, wê Kurê Xwedê bûya.

Mesele Xwedê di Peymana Kevin de ji Dawid re soz da ku yek ji dûndana wî wê her û her li ser textê padîşahiyê be. (Samûêl II, 7:12-14; Zebûr 2)

Lê belê ji bo ku kurekî Dawid bikariya her û her padîşahî bikira, pêwist bû ku ew bi xwe nemira û her û her bimabûya. Ev yek çawa çêdibe?

Bersiv ev e: Diviya ku ew «Kurê Dawid», hem mirov û hem jî Xwedê bûya, çimkî bêguman Xwedê ne ji dûndana Dawid hat û herweha tu mirov tune ku bikare her û her padîşah be.

Ji ber vê yekê milyaket Cibrayîl piştî gelek sedsalan ji Meryemê re xuya bû û jê re got ku wê ji zarokê wê re «Kurê Yê Herî Bilind» bê gotin. Û wek ku her kes dizane, Îsa Mesîh ji dûndana Dawid bû, ji keçikekê çêbû û li ser vê dinyayê bavê wî nebû. Îcar peyva milyaket Cibrayîl rast derket: Ji Îsa Mesîh re «Kurê Xwedê» dihat gotin.

Bi ser de ev jî heye: Çaxê ku Mesîh imad bû, yanî vaftîz bû û piştre jî dema ku li serê çiyê dîtina wî hat guhertin, Xwedê bi xwe ji ezmên dengê xwe da bihîstin û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!» (Metta 3:17; 17:5)

Kifş e ku ev payenavê Îsa Mesîh ne bi nêrîna taybet a çend mirovan ve girêdayî ye. Ev yek rastiya Xwedê ye û wî ev rastî ji zû ve dabû xuyakirin.

Divê ku em li ser xaleke din jî bifikirin. Çaxê ku rêberên Cihûyan dixwestin ku Îsa Mesîh bidin kuştin, wan ew kişand pirsê û serokkahîn jê re got: «Ma tu Kurê Xwedê Mesîh î?» Wî jî bersîv da û got: «Erê, wek ku te got.»

Bi rastî, Cihûyan li ser vê bersîva Îsa Mesîh, cezayê mirinê li ser wî da. (Metta 26:63-66)

Eger Mesîh bixwesta ku mirovên der û dora wî ew Kurê Xwedê hesab nekirana, gelek derfetên wî hebûn ku ji wan re bigota: «Ez ne Kurê Xwedê me.»

Lê bervajiyê vê, wî ev rastî înkar nekir û li ser vê yekê hat xaçkirin.
Îcar payenavê «Kurê Xwedê» ne ji hiş û fikrên çend mirovan derket. Bingehê vê rastiyê gotinên Xwedê, gotinên pêxemberan û gotinên Îsa Mesîh bi xwe ne.

Pirseke din a ku bi vê pirsê ve giredayî ye, ev e: Carna mirov dibêjin: «Mesîhî ji sê Xwedayan bawer dikin» û bi rastî hin dibêjin ku «Meryem jî di nav van her sêyan de ye û ew bi xwe jina Xwedê ye.»

Fikir û ramanên weha xerab ne tenê li dijî hîndariya Kitêba Pîroz in, lê ew li hember hiş û aqilê mirovan in jî, çimkî Nivîsarên Pîroz li gelek cihan û gelek caran dibêjin ku «Xwedê yek e.» (Dubarekirina Şerîetê 6:4; Îşaya 45:11-13; 46:9)

Madem ku wusa ye, yekîtiya sêtik a ku Kitêba Pîroz li ser dibêje, çi ye?

Bi kurtî: Xwedê di cewhera xwe ya heyînê de, ji bêdestpêkê heta bêdawiyê yek e; di vê yekîtiyê de sê şexsên ji hev cuda hene û ew di nav xwe de di her tiştî de tam temam li hev dikin û bi awayekî bêkêmahî bi hev re dixebitin. Ew jî Bav, Kur û Ruhê Pîroz in.

Divê em şaş nemînin ku cewhera Xwedê ewqas pirralî û pêkhatî ye ku hişê mirov nagihîjeyê. Mesele em dizanin ku her mirov li gor cewhera xwe yek e. Herweha em dizanin ku mirov ji ruh, can û bedenê pêk tê; lê dîsa jî em dibêjin ku her mirov li gor cewhera xwe yek e.

Çaxê ku mirov dimire û ruh û canê wî ji bedenê dûr dikevin, ma gelo ev tê wê manê ku ew mirovê mirî, bûye sê hebûnên ser bi xwe yên belawela?

Nexêr, ew hê jî yek e, çimkî ewê di roja vejînê, yanî di roja qiyametê de bedeneke nû bistîne.

Ev cûreyê yekîtiya sêtik ê ku bi me mirovan re ye, mînakeke biçûk a yekîtiya sêtik a Xwedayê mezin e, çimkî Xwedê em di sûretê xwe de afirandin. (Destpêkirin 1:26)

Ya diduyan ev e: Yekîtiya sêtik ne ramaneke mirovan e; bervajiyê vê, Xwedê bi xwe bi vî awayî xwe dide naskirin. (Metta 28:19)

Dibe ku fêmkirina vê yekê ji bo me pir zor be, lê belê ev nayê wê manê ku ev gotin ji xwe şaş e.

Pirsgirêk ev e ku hiş û aqilê me yê biçûk, têra tiştên weha mezin nake.

Xwedê ewqas mezin, bilind û rewnaq e ku mirov nikare wî fêm bike.

Yekîtiya sêtik a Xwedê tiştekî pir kûr e; loma em dixwazin mînakeke sivik bi kar bînin. Ji xwe tu mînak tune ku bikare têra vê rewşê bike, lê dîsa jî belkî mînakek bikare hinekî alîkariya me bike.

Di gerdûnê de gelek tişt hene ku rûmet û mezinahiya Xwedê tînin ber çavê mirovan. Roj jî yek ji van tiştan e. Hebûna rojê ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin.

Lê zane hemû dibêjin ku bi rastî heta niha tu mirovî rûyê rojê bi çavê xwe nedîtiye, çimkî roj ewqas germ û rohnî ye ku tu kes nikare nêzîkî wê bibe. Em bi tenê ji dûr ve ronahiya rojê dibînin û bi germiya wê dihesin, lê dîtina rojê çênabe.

Madem ku wusa ye, ma mirov dibêjin ku roj tune? Nexêr.

Roj ji me çiqas dûr be jî, her kes bi germî û ronahiya wê, dizane ku roj heye. Herweha tu kes nikare Bav Xwedê bibîne, çimkî ew ruh e û di rûmet û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine.

Lê belê kurê wî yê yekta Îsa Mesîh rûmet, bilindahî û daxwaza wî ji me re eşkere dike û bi saya wî em dikarin Bav Xwedê nas bikin.

Bi ser de Ruhê Pîroz, wek germiya rojê di dilê me de karê Bav Xwedê pêk tîne û bi vî awayî em di hundirê xwe de bi bandûra hêza wî dihesin.

Her çiqas gok, ronahî û germiya rojê ji hev cuda bin jî, em dizanin ku roj yek e û tevahiya rojê ji wan her siyan pêk tê.

Wek ku di vê mînakê de kifş dibe, Xwedê jî yek e, lê ew bi sê şexsan xwe bi me dide naskirin. Ji ber vê yekê Mesîhî naperizin sê Xwedayan; em bi Xwedayê ku bi sê şexsên xwe di heyînekê de ye bawer dikin.

Bêguman fêmkirina vê yekê zehmet e, lê Xwedê cewhera xwe bi çi awayî nîşanî me dabe, tiştê ku dikeve ser milên me ew e ku em baweriya xwe bi wî bînin.