Ma Di Şûna Îsa Mesîh De, Ne Yekî Din Mir?

Isa striXaleke şaş a li ser Mesîhîtiyê ev e ku dibêjin, Mesîh nemiriye; di şûna wî de şagirtê ku ew da dest, yanî Cihûda Îsxeryotî, ji aliyê Xwedê ve, mînandin Îsa û ji ber vê yekê ne Îsa, lê Cihûda di şûna Îsa de mir.

Ev çîrok bi vî awayî dest pê dike, dibêjin: «Çaxê ku leşker çûn baxçê Gêtşemaniyê da ku Îsa Mesîh bigirin, şev tarî bû û leşker tevlihev bûn û di şûna Îsa de Cihûda birin, çimkî Xwedê ew xist dirûvê Îsa. Loma leşkeran bê hemdê xwe Cihûda girt û li çarmixê xistin. Di wê navê de Îsa bêyî ku bimire rasterast hilkişiya ezmên û vegeriya ba Xwedê.»

Eger em bêjin ev gotin rast in, hingê di cih de hinek pirs tên hişê mirov:

1) Ma sedema ku Xwedê kerametan dike ne ew e, ku mirov bêtir wî nas bikin û rastiya wî qebûl bikin? Lê belê eger bi rastî Xwedê Cihûda bixista dirûvê Îsa Mesîh û ew di şûna Îsa de bidabûya destên leşkeran ku bihata kuştin û Îsa jî bi dizî hilkişanda ba xwe, hingê Xwedê wê bibûya sedem ku mirovên wê demê ji nerastî û derewê bawer bikiran. Bêguman kerameteke wusa bi hîle, bi rastî û pîroziya Xwedê re li hev nagire.

2) Herweha eger di şûna Mesîh de Cihûda hatibûya xaçkirin, ji bo ku Xwedê rastiyê bêje, çima piştî vê bûyerê ew 600 salan li hêviya Îslamiyetê ma?

Eger wusa bûya, Xwedê wê ji bo 600 salan bibûya rêveberê baweriyeke xelet a ku li tevahiya dinyayê belav bûbû. Eger mirov tiştekî weha qebûl bike, bi rastî ew Xwedê dike yekî derewkar û xapînok – bila ev yek dûrî me be! Çimkî qet şik tune ku di dema Mihemed de mirin û rabûna Îsa Mesîh li her derê hatibû qebûlkirin û bûbû hîndariyeke pir girîng. Çimkî ev tişt hem di Încîlê de û hem jî di kitêbên dîrokzanan de dihatin erêkirin.

3) Çênabe ku Cihûda di şûna Îsa de miribe; çimkî piştî ku Cihûda bi xayîntî Îsa Mesîh da dest, ew ket nav ezabê wijdana xwe û çû xwe kuşt. (Metta 27:5)

Îcar piştî ku Cihûda xwe kuşt, Îsa Mesîh hat xaçkirin.

Lê tiştê ji vê yekê hê girîngtir ev e: Îsa Mesîh, beriya ku ev tişt çêbin, ji şagirtên xwe re gelek caran bi devê xwe got: «Divê ez bimirim û di roja sisiyan de ji nav miriyan rabim.» (Metta 16:21; 17:22-23; 20:17-18)

Mesîh qenc dizanibû ku temamkirina xizmeta wî, bi mirin û vejîna wî ve girêdayî ye. Çimkî wî bi xwe gotibû: «Ez nehatime ku ji min re xizmet bê kirin, lê ez hatime ku xizmetê bikim û di ber gelekan de canê xwe berdêl bidim.» (Marqos 10:45)

Beriya hatina Îsa Mesîh bi gelek sedsalan, pêxemberan nivîsand ku Mesîh wê bê û gotin: «Divê ku ew ji bo gunehên mirovan canê xwe bide.» (Îşaya 53; Zekerya 12:10; Daniyêl 9:26)

Mesele Dawid pêxember li dor 1000 salan beriya hatina Mesîh weha got:

«Kûçikan hawirdora min rapêçan,
Komela xerabkeran hawirdora min girt;
Wan dest û lingên min qul kirin.
Ez dikarim hemû hestiyên xwe bijmêrim;
Ew dinêrin û çavên xwe li min zîq dikin.
Cilên min di nav xwe de leva dikin
Û ji bo xiftanê min pişkê diavêjin.» (Zebûr 22:16-18)

Gava ku em van peyvan dixwînin, divê ku em ji bîr nekin ku di dema Dawid de cezayê xaçkirinê hê tunebû!

Û çaxê ku em di Mizgîniyê de li ser mirina Îsa Mesîh dixwînin, em dibînin ku bi rastî leşkerên Romayî cilên Îsa Mesîh di nav xwe de leva kirin û ji bo xiftanê wî pişk avêtin, çimkî ew ji serî heta binî honandî û bêdirûtin bû. (Yûhenna 19:23)

Yekî zane qeyd kiriye ku di Peymana Kevin de, yanî di Tewrat, Zebûr û di Nivîsarên Pêxemberan de, li ser jiyana Îsa Mesîh ji kêmahî ve 300 pêxemberîtî hene. Hin ji wan pir ecêb in. Mesele di Nivîsarên Pêxemberan de pêxemberîtî heye ku Mesîh wê ji keçikekê çêbe. (Îşaya 7:14)

Di Zebûrê de pêxemberîtiyeke din dibêje ku piştî mirinê, Xwedê wê nehêle ku laşê Mesîh birize. (Zebûr 16:10)

Wek ku hûn jî dizanin, laşek di nav axê de ji 3 rojan zêdetir bimîne, wê xera bibe.

Eger em Mizgîniyê bixwînin, mirina Mesîh hema bêje di her derî de derbas dibe. Ji ber vê yekê, înkarkirina mirina Mesîh, rakirin û avêtina kevirê bingehîn ê tevahiya Mizgîniyê ye. Lê ji bo wan ên ku baweriya xwe bi Mesîh anîne, mirin û vejîna Mesîh mora xilasiya wan e. Înkarkirina van tiştan bi rastî tunekirina Mizgîniya Îsa Mesîh e. (Korîntî I, 15:12-19)

Ne tenê Încîl, lê qeydên dîrokî jî dibêjin, yê ku li ser xaçê mir, Îsa Mesîh bû.

Mesele dîrokvanê Romayî yê bi navê Tasîtus di sedsala pêşî de nivîsiye ku Îsa Mesîh di dema Pilatosê walî de hatibû çarmixkirin.

Lûkiyan Yewnaniyekî bi nav û deng bû. Wî di sedsala diduyan de nivîsiye ku sazkerê dînekî nû (Mesîhîtiyê) hatibû xaçkirin.

Yên ku ev tişt nivîsîne, ew bi xwe qet ne Mesîhî bûn; bervajiyê vê, hin ji wan bi gotinên tûj rexne li Mesîhîtiyê dikirin û nefret jê dikirin.

Bi kurtî em dikarin bêjin: Hûn li kîjan çavkaniyên dîrokî binêrin, hûn dikarin binêrin û hûnê bibînin ku xaçkirina Îsa Mesîh rastiyeke bê guman e, qet şik tê de tune û hatiye qebûlkirin.

Bi ser de, şagirtên Îsa Mesîh bûn şahidê mirin û vejîna wî û ji bilî Yûhenna ew hemû di ber vê rastiyê de şehîd ketin. Rastiya bingehîn a Mizgîniya ku wan belav dikir, ev bû: Îsa Mesîh piştî mirina xwe bi bedenî ji nav miriyan rabû û di nav çil rojan de xwe nîşanî wan da.

Mesele yekî ji şagirtên Îsa Mesîh di Încîlê de weha got: «Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim. Wan got: Divê ku Mesîh cefayê bikişîne, di vejîna miriyan de bibe yê pêşî û ji gelê Cihû û ji miletên din re ronahiyê bide zanîn.» (Karên Şandiyan 1:3; 26:22-26; Petrûs I, 2:21-25).

Erê, Xwedê tam li gor soza xwe kir û gotinên pêxemberan rast derxistin.