Ma Kitêba Pîroz Hatiye Guhertin?

Gelek caran mirov tên ba me û ji me re dibêjin ku di çar aliyên dinyayê de hem tê zanîn û hem jî hatiye îspatkirin ku Mizgînî yanî Încîl di sedsalên bihûrtî de bi destê gelek keşeyan hatiye guhertin.

Berî her tiştî divê ku ev yek zelal bê gotin: Heta îro tu kesî nekariye di vê dabaşê de delîlê herî biçûk jî nîşan bide. Ji bilî gotegotan, bingehê van hemû rexne û angaştan tune.

Bi rastî, çaxê ku mirov hinekî li ser vê yekê bifikire, ewê zû bibîne ku ev rexne ne tenê bêbingeh e, lê pêkenok e jî.

Mesele em bêjin, keşeyekî 500 salan piştî hatina Mesîh çend hîndariyên Mizgîniyê qebûl nekirin û ji ber vê yekê xwest ku wan biguhere. Ji bo ku yek bikare vê yekê pêk bîne, pêwîst e ku bi hezaran hemû kitêbên Mizgîniyê yên ku bi çend zimanan hatine wergerandin û li seranserê dinyayê hatine belavkirin, bicivîne û wan yek bi yek ji nû ve binivîse û belav bike. Ma hûn ji dil û can bawer dikin ku tiştekî weha dikare çêbe?

Hin mirovên din hene ku dibêjin: «Mizgîniya eslî zû winda bûye; Mizgîniya ku niha Mesîhî dixwînin Mizgîniyeke ji ber xwe çêkirî û derew e.»

Ma em li ser vê yekê çi bêjin? Em weha dibêjin: «Erê, baş e, ji kerema xwe, ma tu dîkarî delîlekî guhertina Mizgîniya ku di destê me de ye, bidî me? Ji kerema xwe ji me re bêje, çi gotin tê de hatine guhertin!»

Dema ku weha tê pirsîn, bersivên weha tên dayîn: «Em nizanin, me wusa bihîstiye.»

Lê bi rastî, bervajiyê van tiştan rast e.

Eger em li rastiyê bigerin, zû kifş dibe ku hem ji aliyê dîroknasî û zanistiyê ve û hem jî li gor hiş û aqil qet şik tune ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye û heta îro nehatiye guhertin û bêkêmahî gihîştiye destê me.

Ev jî heye: Eger em van rexneyên pûç û bêbingeh qebûl bikin, ma ev nayê wê manê ku em şikê dibin qewet û şehrezayiya Xwedê û qerekterê wî kêm dibînin? Ma em baweriya xwe bi Xwedayê tenê û rast naynin?

Ma ew ne Karîndarê her tiştî ye? Ma ew her tiştî nizane?

Eger Xwedê duh, îro û her û her eynî be, hingê peyva wî jî her û her eynî dimîne û nikare bê guhertin!

Madem ku Xwedê peyva xwe ji mirovan re şandiye, divê hêza wî hebe ku bikare wê biparêze jî!

An nexwe, eger Xwedê nekaribe peyva xwe biparêze, ew çawa dikare dilsoz be û çawa dikare xwe yekî dilsoz bide naskirin?

Eger em van fikrên pûç qebûl bikin, ma nayê vê manê – dûrî me be! – ku hin keşeyên dilxerab ên ji Xwedê hêzdartir hebûn ku peyva wî guhertin?

Nexêr, bervajiyê vê: Xwedê gelek caran soz da ku peyva wî ya pîroz nayê guhertin.

Mesele Îsa Mesîh bi xwe got: Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin. (Metta 24:35)

Herweha Îşaya pêxember got:

«Hemû mirov wek giyê ne û hemû rûmeta wan jî wek kulîlka giyê ye.
Giya hişk dibe û kulîlka wî dikeve. Lê peyva Xudan her û her dimîne.» (Îşaya 40:6-8)

Û di Zebûrê de dibêje:

«Peyva te, ya Xudan, qayîm dimîne li ezman.» (119:89)

Ya diduyan: Di muzeyên li seranserê dinyayê de bi hezaran destnivîsarên Mizgîniyê tên nîşandan û ew hemû bi zelalî îspat dikin ku Mizgînî nehatiye guhertin.

Ji bilî van destnivîsaran, piştî Mesîh di demeke kurt de Mizgînî li zimanê Latînî, Aramî, Suryanî û li hin zimanên din jî hatiye wergerandin. Îro ji 9000’an zêdetir destnivîsarên Mizgîniyê yên kevin hene.

Bi ser van hemûyan de jî: Bavên Civînê (yanî rêberên Mesîhiyan ên di sedsalên pêşî piştî hatina Îsa Mesîh de) di kitêbên xwe de ewqas ayetên Încîlê bi kar anîn ku Mizgînî bihata windakirin jî, tevahiya Încîlê dikaribû ji nivîsarên wan bihata berhevkirin.

Eger bi rastî Kitêba Pîroz, an jî Mizgînî hatibûya guhertin, ev yek wê derketibûya holê, çimkî ev wê di nivîsarên wan de bibûya sedemê hevnegirtin û nakokiyên giran. Lê belê her kesê ku Kitêba Pîroz an jî Mizgîniyê bixwîne, wê bi çavê xwe bibîne ku nivîsar çiqas diherike, bi hev ve girêdayî ye û bi hemû dewlemendiyê li gor eynî fikrê diçe.

Mizgîniya Kurmancî ya ku di destê me de ye, li gor destnivîsarên eslî yên bi zimanê Yewnanî rast û rast hatiye wergerandin. Çaxê ku em li nivîsarên din ên dema kevnedîrokê dinêrin, yek ji wan jî tune ku wek Încîlê serkaniyên wê yên qenc û gelek hebin ku gihîştibe destê me.

Li dinyayê tu pirtûk tune ku wek Mizgîniyê bi awayekî bêkêmahî hatibe parastin û bi baldarî li zimanên din hatibe wergerandin .

Ji ber van sedeman û herweha ji ber ku em ji dilsoziya Xwedê piştrast in û ji ber delîlên zanistiyê, em dikarin piştrast bêjin ku Peyva Xwedê, yanî Kitêba Pîroz tu caran nehatiye guhertin û nikare bê guhertin jî.