Mirov Çawa Xilas Dibe?

Îsa Mesîh nMirov Çawa Xilas Dibe?avenda bawerîya me ye. Berî her tiştî em li pey Îsa Mesîh diçin. Peyva “Mesih” tê maneya qralê ku hatiye meshkirin.

Bi sedan salan berî di Peymana Kevin de (Tewrat û Zebûr) bi navbendiya (qasidî) pêxemberan bi awayekî berfireh hatiye daxuyandin ku Mesîh were dinyayê. (Încîl, Mizgîniya li gor Lûqa 24:25-27) Bi vî awayî wekî ku di Kitêba Pîroz de hatiye nivisandin, Îsa Mesîh ji stîyeke dûşîze (bakire) li bajaroka Filîstînê ya Beytlehmê jidayîk bûye. (Încîl, Mizgîniya li gor Lûqa 1:26-38)

Dema ku hat sîh salîya xwe wî di nav gelê Îsraêlê de dest bi xizmetê kir. Wî gelek mucîzeyên nuwaze pêkanîn û bi vî awayî eşkere da zanîn ku ew Mesîh bixwe ye. Ji ber vê doza (îddîa) xwe pêşhatîyên Îsraêlê cezayê xaçkirinê da wî. (Încîl, Mizgîniya li gor Metta 26:62-68) Her çiqas Îsa Mesîh bê qisûr û bê guneh bû jî mixabin wan ew xaç kir û ew mir. Lê belê piştî sê rojan wî da nîşandin ku ew li ser guneh û mirinê serfiraz e û ji mirinê jîyîn (sax) bû. (Încîl, 1. Ji Korintîyan re 15: 3-8) Çil roj piştî jîyînbûna wî, ew hilkişîya ba Xwedê. Wê Îsa Mesîh wan kesên ku baweriyê bi wî tînin xilas bike û dinyayê bidarizîne, û careke din were ser rûyê erde. (2. Ji Selanikîyan re 1: 6-8)

Yê ku Kitêba Pîroz û dîrok nişan didin, Îsa Mesîh ev e. Bila be bi hatina Îsa Mesîh ya dinyayê gelo çi îcab dikir ku ew bimire? Dema ku em li beşên Tewratê yên yekem dinêrin û li ser lêkolîn dikin, em dibînin ku ji rûyê neîtaetkirina Adem û Hawayê, hemû însan bi guneh gemar bûne û cezayê mirinê li wan hatiye dayîn. (Încîl, Ji Romayîyan re 5:12) Di vê mijarê de cihetî (ferqîyet) tune ye, çimkî em hemû ji Adem hatin û gunehê ku li ser jîyana me bandor girtiye gelek eşkere ye. Gelo, mirov nikare bi kirina xêr ji gunehên xwe, ji cezayê mirinê, ji xezeba Xwedê û ji dojehê (cehenemê) xilas bibe?

XÊR, GUNEH Û XİLASÎ

Di nav gelê me de fikreke belav dibêje ku mirovê ku xêr bike wê xilas bibe û Xwedê gunehên wî mirovî efû bike. Ji zaroktîya me hin dikin ku, “Xêran bikin ku Xwedê we bibexşîne.” Lê li gorî Pirtûka Pîroz ev tişt ne mimkun e. Xwedê dixwaze ku em kirinên qenc bikin û emrên wî bi cih bînin, lê ev kirinên qenc nikarin me xilas bikin. Gelo çima?

Berî her tiştî divê em ji bîr nekin ku berdêla guneh mirina ruhanî ye. Încîl dibêje “Meaşê ku guneh dide mirin e.” (Încîl, Ji Romayîyan re 6:23) Mirina ruhanî jî tê wateya ku em hem di vê dinyayê de hem di dinyaya din de jî ji Xwedê veqetiyayî dijîn. Yanî, dema ku em guneh bikin em xezeb û darizandina Xwedê heq dikin.

Her wiha Încîl bi awayê eşkere dibêje ku xêr nikarin mirovan xilas bikin an jî nikarin gunehên mirovan bidin efûkirin. Încîl wisa dibêje: “Bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve.” (Încîl, Ji Romayîyan re 3:20) Û ayeteke din dibêje: “Hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku wiha hatiye nivîsîn: ‘Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.’ Îcar eşkere ye ku tu kes li ba Xwedê bi Şerîetê rastdar dernakeve.” (Încîl, Ji Galatîyan re 3:10-11)

Çima wiha ye? Tu kes nikare bê kemasî Şerîetê pêk bîne. Wek ku Încîl dibêje: “Hemuyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.” (Încîl, Ji Romayîyan re 3:23) Û bi kirina Şerîet anjî xêrê mirov nikare gunehên xwe bide efûkirin ji ber ku guneh xezeba Xwedê û mirina ruhanî îcab dike. Ji ber vê yekê her kes mirina ruhanî û darizandina Xwedê, yanî cehenemê, heq dike.

DADMENDÎ Û DİLOVANÎ

Dîsa carinan mirov bi gotina “Rehma Xwedê gelek e û wê me bibexşîne” xwe aş dike. Belê Xwedê bi rehm e û bi keremdar e, jixwe Încîl dibêje ku Xwedê hezkirin e. (Încîl, 1. Yuhenna 4:8) Lazim e em vê jî bizanibin ku Xwedê dadgerê (hakim) hemû gerdunê ye û divê ew gunehên me bi dadmendiyê bidarizîne. Eger ji bo ku em bikevin bihuştê (cenetê) em li hêviya piştevanîya (torpîla) Xwedê bin, em li tewşê bendê ne.

Ji ber ku Xwedê Pîroz e û bihuşta wî jî cîhekî pîroz e, ji bo têketina wê derê jî divê ku mirov di pîrozîyeke bêkêmahî de be. Bila be gelo maneya pîrozbûnê çi ye? Wekî mînak em bibêjin çayeke teze û germ tê ber me lê mixabin dilopek jehr bikeve navê, dîsa em dikarin wê çayê vexwin? Eger mirovekî “Xem nîne jixwe çay %99,9 paqij e, de vexwe lo!” bibêje dîsa em nikarin wê çayê vexwin ji ber ku ji rûyê piçikek jehr paqijiya çayê xira bûye.

Xwedê mirov bêqisûr û pîroz afirandibûn. Lê mixabin her yek ji me her cureyê guneh kiriye. Bi rastî bi tenê gunehekî me jî hebûya (jixwe ev nerast e, ji ber ku em hetanî qirikê di nav guneh de hatine gorî kirin), wê ev yek bibûya asteng ji bo têketina hizûra Xwedê.

Çimkî piştî ku pîrozîya ku Xwedê di afirandinê de dabû me hatiye xirakirin, êdî ne mimkun e ku Xwedê me bi tevahiya gunehiya me ya gemar bixe bihuşta xwe ya pîroz. Eger me bixe, hingê ew dijraberê bêkêmasî û dadmendiya xwe derketiye tê hesibandin.

BORAQ (QURBAN) Û RİZGARBÛN

Wê gavê emê çawa ji guneh û ji dojehê (cehenemê) xilas bibin? Va ye, Îsa Mesîh ji bo vê yekê hat ku riya xilasiyê nîşanî me bide. Li gorî hînkirina Kitêba Pîroz Îsa Mesîh ne bitenê alimekî an pêxemberekî, ew berxê Xwedê yê ku gunehê dinyayê ji holê radike ye û riya ku diçe Xwedê ew bixwe ye. Wî li ser xaçê barê hemu gunehê dinyayê barkir serxwe û di dêleva mirovan de xwe feda kir. (Încîl, Ji Romayîyan re 5:6-8) Li gorî Pirtûka Pîroz, bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin (Încîl, Ji Îbranîyan re 9:22). Ji Xwedê re şikir be ku Îsa bû qurbana bê qisûr û wî ji bo ku li gunehên me bê bihûrtin xwîna xwe da rijandin.

Îsa Mesîh ew cezayê mirinê yê ku aîdî me bû girtiye serxwe, da ku em bi saya xwîna wî ji hemu sûcên xwe bên paqijkirin û bigihîjin jîyana bêdawî. (Încîl, Ji Romayîyan re 6:23) Mizgîniya ku Xwedê di Kitêba Pîroz de ji hemuyan re pêşkêş kir ev e: Her kesê ku bawerî bi Îsa Mesîh bîne wê xilas bibe. (Încîl, Ji Romayîyan re 10:9-13) Îsa, bi saya mirina xwe, me ji guneh, xezeba Xwedê û cezayê dojehê rizgar dike!

Wê gavê emê xêran nekin? Na, emê muheqeq bikin! Lê çima? Ji bo ku em xilas bibin? Na! Ji ber ku em ji Xwedê hez dikin û em dixwazin wî bi rûmet bikin, bilind bikin û pesnê wî bidin. Wek ku Încîl dibêje, xilasî ne ji kirinan lê tenê bi riya baweriyê û bi kerema Xwedê çedibe. (Încîl, Ji Efesîyan re 2:8) Lê belê ev yek nayê maneya ku emê xêran nekin. Bi rastî, Încîl li heman cihî dibêje: “Em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.” (Încîl, Ji Efesîyan re 3:10)

Xwendevanê hêja, Xwedê ji te gelek hez dike. Încîl dibêje, “Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.” (Încîl, Ji Romayîyan re 5:8) Ew ji te re riya xilasiyê nîşanî te dide. Lê qebûlkirin an redkirina vê diyariya hêja di destê te de ye.

Eger tu bixwazî ji gunehê xwe tobe bikî, baweriyê bi Îsa Mesîh bînî û vê xilasiyê qebûl bikî, tu dikarî bi dua gazî Xwedê bikî.

Eger zedêtir pirsên te hebin an jî bixwazî ku em li ser hînbûna riya Îsa Mesîh alîkariya te bikin, ji kerema xwe re ji me re emaîlek bişîne an jî telefonî me bike.