Mizgîniya Barnabas

Ma Mizgîniya eslî, ne Mizgîniya Barnabas e?

Incila BarnabasÇîrokeke ku di mejiyê hin mirovan de bi cih bûye ev e: Dibêjin ku Mizgîniya eslî Mizgîniya Barnabas e û li gor bîr û baweriya wan mirovan, ew Mizgînî ji bo çend sedsalan li Vatîqanê hatibû veşartin.

Mizgîniya Barnabas ji 222 beşan pêk tê û li zimanê Tirkî jî hatiye wergerandin. Destnivîsara wê ya herî kevn bi zimanê Îtalî di sedsala 15’an an 16’an de derket. Ji ber vê yekê tu kes nikare bêje ku di dema Îsa de hatiye nivîsandin.

Ji bilî vê yekê, ji sedsala pêşî û heta bi sedsala 15’an tu agahî an jî delîl tune ku bawermendên Mesîh Mizgîniya Barnabas nas kiribin an bi kar anîbin. Bi ser de, Mizgîniya Barnabas bi hevnegirtin û nakokiyan tije ye. Mesele nivîskar dibêje ku ew bi xwe şagirtekî Îsa bi xwe bû. Lê çaxê ku em lê dinêrin, di nav şagirtên Îsa de kesek bi navê Barnabas tune.

Lê belê, şaşîtiyên hê xerabtir jî derdikevin holê: Di beşa 20 û 21’ê de ew dibêje ku Îsa li gola Celîlê li keştiyekê siwar bû û dema ku ew gihîşt Nisretê, ew li qeraxê golê ji aliyê gundiyan ve hat vexwendin. Lê belê di navbera van herdu cihan de 25 kîlometre hene û ji bilî çiya û çol û çolistanê tu tiştê din tune. Wek ku tu bêjî: Ez bi keştiyê ji Entabê çûme Urfayê …!

De vêca madem ku wusa ye, bi rastî çawa dibe ku ev nivîskarê ha şagirtekî Îsa Mesîh bû?

Di vê nivîsê de em bi zelalî dibînin ku nivîskar qet bi welatê Îsraêl nedizanî.

Şaşîtiyeke din jî ev e: Li gor Mizgîniya Barnabas Pontiyos Pîlatos hem di dema bûyîna Îsa de û hem jî di dema mirina wî de li herêma Filîstîn û Cihûstanê waliyê Romayiyan bû; lê belê li gor çavkaniyên dîrokî, Pîlatos kêm û zêde 26 salan piştî bûyîna Mesîh ji aliyê qeyser Tîberyos ve ji bo Filistîn û Cihûstanê walî hat kifşkirin. Herweha Încîl erê dike ku çaxê Îsa mezin bû, Pîlatos waliyê Cihûstanê bû (Lûqa 3:1).

Di sala 1961’ê de li Filîstînê di kolandinên arkeolojîk de, lewheyên kevirîn derketine holê û ew nîşan didin ku Pîlatos di dema împarator Tîberyos de ji bo herêma Filîstîn û Cihûstanê walî hatibû kifşkirin. Eger bi rastî Barnabas şagirtekî Îsa bûya, wê li ser wextê walîtiya Pîlatos neketibûya xeletiyê!

Di vê pirtûkê de nakokiyên hindariyê jî hene. Mesele pirtûka Barnabas di beşên pêşî de Îsa wek Mesîh dide naskirin; lê belê piştre ew di beşên 42 û 97’an de qebûl nake ku Mesîh, Îsa ye. Ev ne li gor Mizgîniyê û ne jî li gor Quranê rast e.

Ev û gelek şaşiyên din bûne sedem ku dîrokvan û pisporên dîn û diyanetê Mizgîniya Barnabas qebûl nakin û heta zaneyên Misilmanan jî hemû dizanin ku ev pirtûka Barnabas, li Îtalyayê ji aliyê papazekî ve hatiye nivîsandin. Her weha Mizgîniya Cihûda û çend pirtûkên din jî dikevin nav wan Încîlên derewîn.

Ji destpêka civîna Mesîhiyan a pêşî û heta niha, bawermend û rêberên wan dizanîn ku Mizgîniya rast yek e. Tenê ew hatiye parastin û hatiye qebûlkirin û heta îro jî tê xwendin.

Di encamê de Kitêba Pîroz bi xwe kifş dike ku ew, peyva Xwedê ya rast e û nayê guhertin. Ew saxlem e û mirov dikare lê ewle bibe.

Belkî niha hin wê bêjin: Baş e, lê em li ser Tewrat û Zebûr û li ser Nivîsarên Pêxemberan çi bêjin?

Gelek mirov tên ba me û weha dibêjin: «Di destpêkê de Xwedê bi destê Mûsa pêxember Tewrat ji gelê Îsraêl re şand.

Lê belê ji ber ku Tewrat ne bi bandûr bû, an jî ji ber ku Tewrat ji aliyê zane û mamosteyên olî ve hat guhertin, Xwedê Zebûr ji Dawid pêxember re şand.

Piştî ku rastiya Zebûrê jî çû, Xwedê bi navberiya Îsa Mesîh ji gelên Mesîhî re Mizgînî şand.

Û ji ber ku mirovan Mizgînî jî xera kir, êdî Xwedê biryar da ku bi navberiya Mihemed Quranê ji Misilmanan re bişîne. Quran êdî heta dawiya demê dimîne û nayê xerakirin.»

Pêşî em dixwazin li ser vê yekê weha bêjin: Ev rêz û serûberî di nêrîna pêşî de çiqas xweş û bi rêk û pêk xuya bibe jî, bi rastî dîroka dinyayê tu piştgirinê nade vê yekê.

Lê belê ya hê girîngtir ev e: Eger Xwedê peyxamên (yanî wehiyên) ku hevdu pûç dikin ji miletên cûr bi cûr re bişandan, hingê hişê mirovan wê tevlihev bibûya û meyê nekaribûya Peyva Xwedê fêm bikira.

Bi ser de Xwedê jî bi vî awayî wê tiştekî li hember qerekterê xwe bikira û wê mirov li ser rastiyê bixistan şikê. Xwedê ne mirov e ku mezin bibe û di fêmdariya xwe de pêş ve here, heta ku ew pirtûkeke mayîndar û serdest di dawiyê de derxe. Gotinên Xwedê yên pêşî û yên dawî wek hev bêkêmahî ne û her û her dimînin; ew tu caran pûç dernakevin.

Divê ku em bînin bîra xwe ku Peymana Kevin ya eslî ne bi tenê ji Tewrat û Zebûrê pêk tê û ne tenê ji aliyê Mûsa pêxember û Dawid pêxember ve hatiye nivîsîn. Ji bilî van herduyan, peyxamên Xwedê bi destê gelek pêxemberên din hatine nivîsîn. Di nav van de mesele Eyûb, Silêman, Îşaya, Zekeriya û gelekên din hebûn. Peyxama Peymana Kevin yek e, lê ew bi destê gelek pêxemberan ji gelê Îsraêl re hatiye şandin û ji 39 beşan yanî pirtûkan pêk tê.

Ji aliyê din ve, ew Nivîsarên Pîroz hemû eynî peyamê digihînin me û hevdu pûç nakin û di nav wan de nakokî tune.

Bervajiyê vê yekê, em dikarin bi cesaret bêjin ku gotinên pêxemberan ji sêrî heta binî bala me dikişînin ser Îsa Mesîh. Û wek ku Peymana Nû bi zelalî kifş dike, mirin û vejîna Mesîh, pêxemberîtiyên Peymana Kevin anîn cih.

Bi vî awayî Peymana Nû (yanî Mizgîniyê), Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan temam kirine.

Herdu peyman jî bi hev re peyxama Xwedê ya bêkêmahî ne û hevdu erê dikin.

Li vê derê careke din kerameteke mezin a Xwedê li ber çavê me eşkere dibe: Di Kitêba Pîroz de 66 beş yanî pirtûk hene. Kêm û zêde du hezar sal e ku 40 nivîskaran di navbera 2000 salan de bi rêberiya Ruhê Pîroz, Kitêba Pîroz hin bi hin, di cih û di bin mercên cûr bi cûr de nivîsandin. Tu guhertin, hevnegirtin an jî li hev rexnekirin tune. Bervajiyê vê, ew hemû li hev digirin, hevdu temam dikin û di nav wan de lihevhatineke (ahengeke) newaze heye.

Tiştê ku me li ser Peymana Nû got, ji bo Peymana Kevin jî rast e:

Bi zêdehî delîlên dîrokî û arkeolojîk hene ku Tewrat, Zebûr û hemû pirtûkên Peymana Kevin ên din rastûrast hatine parastin û bi tevahî gihîştine destê me.