Qonseya Îznîkê

Di Qonseya Îznîkê De Çi Çêbû?

Qonseya IznikeDi vê qonseyê de, ma ne çar Mizgînî hatine hilbijartin?

Gelek caran mirov dibêjin: «Qonseya ku li bajarê Îznîkê civiya, ji nav 4400 destnivîsaran bi tenê çar Mizgînî qenc hesab kirin û ew hatin hilbijartin jî.»

Hinek mirov gaveke hê zêdetir diavêjin û tiştên pir pêkenok didin pêş, dibêjin: «Zaneyên Mesîhiyan di wê qonseyê de bi sedan Mizgînî danîn ser maseyekî û mase hejandin; piraniya wan ji mase ketin, lê yên ku li ser mase man, ji bo xwe wek Mizgîniyên rast qebûl kirine.»

Bi rastî, hişê mirov vê yekê nastîne û ji xwe eşkere ye ku di van gotinan de tu rastî û tu karê aqil tune.

Peymana Nû ji 27 beşan pêk tê û Mizgîniya li gor Metta, li gor Marqos, li gor Lûqa û li gor Yûhenna tenê çar pirtûkên pêşî yên Peymana Nû ne.

Îcar di Qonseya Îznîkê de çi çêbû? Piştî Zayînê di sala 325’an de rêberên civîn û dêrên Mesîhiyan li Îznîkê civiyan û li ser xwedêtiya Îsa Mesîh gengeşî kirin.

Bi taybetî rêberekî dêrê yê bi navê Aryûs xwedêtiya Îsa Mesîh qebûl nekiribû û bi ramanên xwe yên şaş gelek bawermend ji riya rast derxistin.

Loma di qonseyê de bi giranî li ser vê ramana şaş hat peyivîn. Di encama van minaqeşeyan de, 250 rêberên dêran xwedêtiya Îsa Mesîh qebûl kirin û erê kirin, ku ev rastî nikare bê înkarkirin.

Herweha wan «Şahidiya Baweriyê ya Îznîkê» da nivîsandin û tê de baweriya rast dan zanîn. Ew şahidî piştre ji hemû civînên Mesîhiyan re hat şandin.

Bi rastî di Qonseya Îznîkê de tu caran li ser destnivîsarên Peymana Nû nehat peyivîn, çimkî dabaşa Qonseyê ne ew bû. Bervajiyê vê, ew rêberên ku di Qonseyê de civiyabûn, eynî Peymana Nû bi kar dianîn û ji ber vê yekê li ser pirsa xwedêtiya Îsa Mesîh gihîştin hemfikir û hembaweriyê.