Riya Xilasiyê

Yuhenna 14-6Gelo hûn qet miraqan dikin? Em ji ku derê hatin, em çima li vir in û emê herin ku derê? Li dinyayê gelo çima guneh, xerabî, bêdadmendî (bêedaletî) hene û eger bi rastî xwedayek hebe çima ev tişt hene? Gelo çareseriya van tiştan heye? Û eger Xwedê hebe ew ji me çi dixwaze?

Hemû kes carinan van pirsan miraq dikin. Lê belê hemd ji Xwedê re wî me bê agahî (xeber) nehişt. Wî bi navberîya peyva xwe ji me re riyek nişan da. Riya xilasiyê!

Eger hûn bixwazin vê riyê hîn bibin, ev dersên ku bi kurtayî peyva Xwedê ne wê ji we re bibin alîkar. Ev ders li pey xêzên peyva Xwedê diçin û ji we re qala riya xilasiyê dikin. Carinan rasterast ji Kitêba Pîroz jêdigre û carinan jî kurtayîya wê dide. Lê belê her ders li ser bingeha peyva Xwedê ye.

Ev qurs ji deh dersan pêk tê. A niha dersên li jêr amade ne. Paşê dersên din wê barkirin.

Dersa 1 – Afirandin û Gunehê Pêşîn

Dersa 2 – Gunehkariya Mirovan, Tofana Nûh û Xilasiya Xwedê