Dersa 1 – Afirandin û Gunehê Pêşîn

(Eger tu bixwazî vê derse daxî, li jêr bitekîne.)

Dersa 1 – Word Doc Dersa 1 – PDF

 

Destpêk

Gelo hûn qet miraqan dikin? Em ji ku derê hatin, em çima li vir in û emê herin ku derê? Li dinyayê gelo çima guneh, xerabî, bêdadmendî (bêedaletî) hene û eger bi rastî xwedayek hebe çima ev tişt hene? Gelo çareseriya van tiştan heye? Û eger Xwedê hebe ew ji me çi dixwaze?

Hemû kes carinan van pirsan miraq dikin. Lê belê hemd ji Xwedê re wî me bê agahî (xeber) nehişt. Wî bi navberîya peyva xwe ji me re riyek nişan da. Riya xelasiyê!

Eger hûn bixwazin vê riyê hîn bibin, ev dersên ku bi kurtayî peyva Xwedê ne wê ji we re bibin alîkar. Ev ders li pey xêzên peyva Xwedê diçin û ji we re qala riya xelasiyê dikin. Carinan rasterast ji Kitêba Pîroz jêdigre û carinan jî kurtayîya wê dide. Lê belê her ders li ser bingeha peyva Xwedê ye.

Dersa 1 – Xwedê her tişt bêkêmasî afirand, lê belê mirovan guneh anî dinyayê.

Berî destpêkê ji bilî Xwedê tiştekî din tunebû. Xwedê erd û ezman afirandin. Hemû tişt di nav şeş rojan de çêbûn, û Xwedê tenê bi tenê bi hêza peyva xwe ew afirandin. Tav, heyv, hemû stêrk, teyrên ezmanan, afirînên behrê û hemû heywanên ser rûyê erdê û giyayên erdê di şeş rojan de bi peyva Xwedê hatin afirandin. Mînak Xwedê emir da û got: «Bila ronahî çêbe.» û ronahî çêbû.

Di roja şeşan de Xwedê zilam û jina yekem di sûreta xwe de afirandin. Xwedê ew xistin Bexçeyê Êdenê. Li bexçe darên cur bi cur hebûn û van daran fêkîyên qenc didan. Di navenda bexçe de dara jîyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê hebûn.

Xwedê nihêrt û dît ku her tişt qenc e.

Dema ku Xwedê Adem xistibû bexçe, wî emir li wî kiribû: «Tu dikarî ji fêkîyên darê bixwî. Lê belê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Ji ber ku roja tu jê bixwî tê bi vebirî bimirî.» (Destpêkirin 2:16-17)

Lê mixabin Adem û Hawayê ev emir bi cih neanî. Peyva Xwedê wiha dibêje (Destpêkirin 3):

Di nav hemû heywanên çolê de yên ku Xudan Xwedê çêkiribûn, yê herî fenek mar bû. Rojekê çaxê Adem û Hewa di bexçe de digeriyan, mar nêzîkî wan bû û ji Hewayê re got: «Ma bi rastî Xwedê gotiye: ‹Qet ji fêkiyê (mêwe) dareke bexçe nexwin?›» Jinê ji mar re got: «Erê, em dikarin ji fêkiyê darên li bexçe bixwin, lê heçî fêkiyê dara ku di navenda (orteya) bexçe de ye, Xwedê gotiye: ‹Jê nexwin û dest nedinê, an na hûnê bimirin.›»

Lê mar ji jinê re got: «Na, hûn qet namirin. Xwedê dizane gava ku hûn jê bixwin, hingê çavên we wê vebin û hûnê bibin wek Xwedê û hûnê qencî û xerabiyê bizanin. Loma wî got ku hûn jê nexwin.»

Jinê dît ku fêkiyê darê pirr xweş û spehî ye û ji bo zanatî dil diçe wî; wê destê xwe dirêj kir, hinek jêkir, xwar û da mêrê xwe jî yê ku pê re bû û wî jî xwar. Di cih de çavên herduyan vebûn û wan dît ku ew tazî ne û wan ji hev şerm kir. Loma wan pelên dara hêjîrê dirûtin û ji xwe re kirin berkoşk.

Di hênikahiya rojê de, çaxê Xwedê di nav bexçe de digeriya, wan dengê lingên wî bihîst. Hingê Adem û Hewa tirsiyan û xwe di nav darên bexçe de ji ber wî veşartin. Xwedê gazî Adem kir û got: «Tu li ku derê yî?» Wî got: «Min li bexçe dengê te bihîst û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.» Xwedê got: «Kê ji te re got ku tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‹Jê nexwe!› te xwar?» Adem got: «Ew jina ku te ji min re anî, wê ji wê darê da min û min jî xwar.» Hingê Xwedê ji Hewayê re got: «Eva ku te kir çi ye?» Wê got: «Mar ez xapandim, loma min xwar.»

Hingê Xwedê ji mar re got: «Ji ber ku te ev yek kir, di nav hemû heywanan de, yê nifirlêbûyî tu yî. Tê li ser zikê xwe rêve herî û di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî. Ezê dijminahiyê bixim navbera te û jinê, navbera dûndana (zurîyet) te û dûndana wê. Ewê serê te biperçiqîne û tê bi pehniya wî ve bidî.» Û ji jinê re got: «Ezê êşa te ya zarokanînê gelek zêde bikim û bi êşê tê zarokên xwe bînî. Dilê te wê mêrê te bixwaze û ewê bibe serwerê te.»

Û ji Adem re got: «Ji ber ku te guh da jina xwe û ji wê dara ku min ji te re gotibû, ‹Jê nexwe!› xwar, ax ji rûyê te ket bin nifirê. Tê di hemû rojên jiyana xwe de bi zehmet jê bixwî. Ax wê stirî û diriyan ji te re derxe.Tê giyayên çolê bixwî. Heta ku tu bizivirî wê axa ku tu jê hatiyî standin, tê nanê xwe bi xwêdana eniya xwe bixwî. Çimkî tu ax î û tê bizivirî axê.»

Piştre Xwedê ji Adem û Hewayê re cilên çermîn çêkirin û li wan kir. Wî got: «Va ye, mirov bû yekî mîna me, çimkî êdî qencî û xerabiyê dizane. Nebe ku destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike û jê bixwe û her û her bijî.» Loma Xwedê mirov ji Bexçê Êdenê derxist, da ku axa ku jê hatibû standin, biçîne. Piştî ku Xwedê mirov avêt, wî li aliyê rojhilata bexçe hin kerûb (yanî milyaketên hêzdar) û şûrekî bi pêta êgir ku bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin, da ku riya dara jiyanê biparêzin.

Em li ser van ayetên Pirtûka Pîroz hinek bifikirin. Li vê derê mijarên balkêş hene. Li ser van tiştan li jêr çend pirs hene. Ji kerema xwe re bersîva wan bide.

[contact-form-7 id=”162″ title=”Dersa 1″]