Dersa 2 – Gunehkariya Mirovan, Tofana Nûh û Xilasiya Xwedê

(Eger tu bixwazî vê derse daxî, li jêr bitekîne.)

Dersa 2 – Word Doc Dersa 2 – PDF

Pistî ku Xwedê Adem û Hawa ji bexçe derxistin, zarokên Adem û Hawayê çêbûn û dinya bi dûndana wan tije bû. Mixabin tesîra gunehê ya Adem û Hawa di dûndana wan de jî xûya bû. Êdî dılê hemu kesan li ser gunehê meyldar bû.

Xwedê dît ku bi gunehên dinyayê tije xerabî li mirovan bûye. Fikrên wan, dilên wan û hişên wan her gav li ser xerabiyê ye. Ji ber vê yekê Xwedê got: «Ezê van mirovên ku min afirandine ji ser rûyê erdê rakim.»

Lê Nûh di çavê Xwedê de kerem dît. Ew mirovekî rast û bêkêmahî bû û bi gotina Xwedê dikir.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hatiye, çimkî dinya bi neheqiyên wan tije bûye; ezê mirov û hemû heywanan helak bikim. Lê tu ji xwe re gemiyeke çêke û tê de odeyan çêke. Ji derve û hundir ve wê zift bike.

Tuyê gemîyê sed û pêncî metre dirêj, bîst û pênc metre fireh û panzdeh metre jî bilind çê bikî û derî jî çêke. Bi tenê tu, jina te, her sê kurên te û jinên wan, hûnê bikevin gemiyê. Ji her cûreyê heywanan jî cot cot nêr û mê bixin gemiyê, lê ji heywanên paqij heft-heft bixinê.»

Çaxê ku Nûh gemî çêdikir, ji mirovan re digot: «Li Xwedê vegerin, belkî ew li we bê rehmê û hûn winda nebin.» Lê wan tinazên xwe bi Nûh dikirin.

Nûh bi tevî mala xwe bawerî bi Xwedê anî û çaxê Xwedê ferman kir wan jî li ser gotina wî, ew ketin gemiyê û Xwedê bi xwe derî girt. Paşê Xwedê li ser dinyayê çil şev û çil rojan baran barand, av bilind bû, ava binerd da der û av hat heta gihîşt gemiya Nûh û gemî bi ser avê ket.

Li ser erdê çil rojan tofan rabû. Av ewqas bilind bû ku çiyayên herî bilind jî di bin avê de man. Çi tiştên ku li ser dinyayê afirîbûn hemu xeniqîn. Mirov, heywan, yên ku dişêlin, teyrik û hemû tiştên jîndar qir bûn. Av sed û pêncî rojan li ser erdê bilind bû.

Lê Xwedê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn xweyî kirin. Pasê Xwedê li ser erdê bayek rakir û av nizim bû. Hêdî hêdî av kêm bû û gemiya Nûh danî ser çiyayên Araratê. Şînayî careke din derket. Xwedê ji Nûh re got: «Tu û hemû yên ku bi te re ne ji gemiyê derkevin.» Ew jî derketin û Nûh ji keviran gorîgehek çêkir û ji Xwedê re gorî (qurban) pêşkêş kir.

Xwedê Nûh û kurên wî pîroz kir û got: «Berdar (bereket) bin, zêde bibin û dinyayê tije bikin. Û bi şînayiyê re ez heywanan jî didim we, ewê ji we re bibin xwarin. Lê kî ku mirov bikuje, jiyana wî wê jê bê standin, çimkî mirov di sûreta Xwedê de hatîye afirandin.»

Û Xwedê got: «Dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab e, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov careke din erdê naxim bin nifirê. Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re girêdidim. Êdî ez tu caran bi tofanê qira mirovan û heywanan naynim. Ezê keskesora xwe deynim ser ewran, da ku bibe nîşana peymanê. Çaxê ez li ser dinyayê baranê bibarînim, ezê keskesorê bibînim û peymana xwe bînim bîra xwe.»

Kurên Nuh ên ku ji gemiyê derketin, Şam, Ham û Yafet bûn. Hemû mirovên ku li ser rûyê erdê belav bûn, ji wan çêbûn.

Di vê serpêhatiyê de jî mijarên gelek girîng hene. Li jêr li ser wan çend pirs hene.

[contact-form-7 id=”330″ title=”Dersa 2″]