Gora ValaDi vê meha Nîsanê de ji bo gelên Mesihîyan û bi rastî ji bo hemû gelan mehek giring e! Li gorî hin kesan meha biharê ye û şênkahîya deşt û zozanan ne. Bi rastî jî wisa ye. Dema ku dibe Nîsan ezman devikên xwe vedike û barana xwe dibarîne ser deşt û çiyayan. Piştî demeke tav bi germahiyeke teze tîna xwe dide ser dar û ber, gîya, çîçek û sorgulan. Ezman heftrenga (keskesor) xwe dide ser rûyê erdê hemû xweza dibe wek bukek xemilandî û bi behna xwe mirovan mest dike.

Lê tiştekî din jî heye ku vê mehê hê zêdetir manedar dike! Ew jî meha vejînbûna Îsayê Mesîh e. Ev vejînbûn nêzîkî du hezar salane ku bûye cejna vejînbûnê û li hemû cîhanê tê pîroz kirin.

Niha em werin ser vejîna Îsayê Mesîh.

Piştî ku Îsayê Mesîh ji alîyên leşkerên Romayîyan ve hate girtin wî gelek îşkence, lêdan û heqaretên mezin dît û dawîyê jî dest û lingên wî qûl kirin. Ew hate xaçkirin û laşê wî di şikeftekî de hat veşartin. Lê roja sêyêmin ew ji nav mirîyan rabû, vejîn bû. Her çiqas rêberên Cihûyan xwestin ku vê rastîyê veşêrin lê ew bi ser neketin, ji ber ku Îsayê Mesîh xwe nîşanî şagirtên xwe kir û bi wan re suhbetê kir û hilkişî ezmên. De ka werin em herin wê demê û binêrin bûyera mirin û vejîna Îsayê Mesîh bi çi awayî qewimîye.

Piştî ku Îsayê Mesîh xaç kirin û kuştin, Usiv û Nîkodêmos (ew endamên civata komîteya Cihûyan bûn lê dîsa dihat fêm kirin ku ew bi dizî piştgiriya Îsa dikirin) laşê Îsayê Mesîh li gorî çanda wan sih û çar kilo biharata tevlihev ya bêhndan li kitanê pêçandin, li gorê (mezel) bicîh kirin.

Têketina gorê di şiklê tekêrê de bû û wan devê şikeftê bi kevirekî dî giranîya du ton de girtin. Piştî ku jinan li vê bûyerê temaşe kir, li gorî adetên xwe ji bo hazirkirina biharatên din ew çûn malên xwe. Êdî êvara înê bû.

“Dotira rojê – rojekê piştî roja amadekirinê – serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos (Serokê Romayîyan) û gotin: «Ezbenî, di bîra me de ye hê ku ewê xapînok (Îsa Mesîh) dijiya, gotibû: ‹Piştî sê rojan ezê rabim.› Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên cesedê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.» Pîlatos got: «Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wusa gorê biparêzin.» Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.” (Metta 27:62-66)

Leşker hatibûn şandin da ku gorê bigirin bin ewlehiyê, ne ku qerebalixeke bêserûber bûn. Her yek ji yekîneya parêzgerên Romayî bun û her wiha ew ji bo parastina qada metreyeke çargoşe hatibûn hînkirin. Ji çardeh an jî ji şanzdeh leşkeran pêk dihat. Tev bihevre, dikaribûn li dijî tabûreke xwe biparêzin.

Pîlatos, ji serokkahînan û ji ferisîyan re emir dabû ku ew gorê mohr bikin. Kevirê mezin benên ku ser derî re hatibûn derbaskirin bi kîlên (kîlt) şil hat pêdandin, dawîyê jî bi mora gustîlê hat mohr kirin. Bi vî awayî dema ku kevir ji cihê xwe bihatana lebitandin wê di cîh de bihata fêm kirin.

Roja şemîya Cihûyan bû, êdî roja şemîyê goyînger (nobedar) li ber derî sekinîbûn. Roja yekşemê berî ku roj biçe ava, “Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt. Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.” (Metta 28:2)

Leşkerên xedar û dijwar hê di serî de fêm kiribûn ku wê nikaribin zora milyaketan (ferişte) bibin. Hevoka jorê ya dawî li gorî devoka sedsala yekem dibêje ku ew ji tirsê xeriqîbûn! Di matbûneke mezin de bûn! Wê valabûna gorê bihata bîra kê! Xwîya bû ku Îsa vejîn (rabûn serxwe) bibû. Ev tiştekî bêîmkan bû.

“Piştî ku roja Şemiyê derbas bû, Meryema Mejdelanî û Meryema (dîya Îsa) tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin. Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê. Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?» Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû.” (Markos 16:1-4)

Dema ku Meryema Mejdelanî dît ku gor vekirîye ji tirs û bi awayekî ecêbmayî vegerîya. Bi îhtîmaleke mezin ew fikirî ku gora Îsayê Mesîh hatîye talan kirin. Bi girîn banzda ku şagirtan agahdar bike. Lê belê Meryem (dîya Îsayê Mesîh) û Salome bihevre daketin gorê.

“Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man. Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû. Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.” (Markos 16:5-7)

Dema we tiştên niviskî xwend, di saeta serê sibe zûka de agahîya ku tê bihîstin êdî hun dikarin texmîn bikin ku çiqas tevlîhevî û kelecan çêbûne. Kesên ku şahidîya mirina Îsayê Mesîh kirine, jinên ku bi coşîyekê behsa vê bûyerê kiribûn cara pêşî wan guman (şik) dikirin.

“Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir.” (Lûqa 24:11)

Petrus di cîh de banzda ku sehêtîya gorê bike. Piştre Yûhenna jî banzda û di rê de Pêtrus derbas kir.

Lê belê berî ku dakeve hundir li bende ma.

“Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû.“ (Yûhenna 20:6-7)

Lê eşkere bû ku gor nehatibû talan kirin. Laşê ku li kitan pêçandîbû hê li cîhê xwe bû, lê belê nava wê vala bû!. Pêşgîra ku li serê wî lefandîbû tu dibêjî yekê berî ku here ortê berhev kirîye û xweşik qat kirîye û dawîyê çuye! Li gorî Yûhenna bêguman Îsa dijîya! Gêja Petrûs diçû. Hewce bû ku hinek bifikira.

Divê ku Meryema Mejdelanî sibe zûka vegerîyabe.

“Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî, dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsayê Mesîh lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî. Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.” (Yûhenna 20:11-13)

Ji ber ku Meryem li bexçê bû, dibe ku ew milyaketan şibandibe bexçevanan. Lazime ku ev neyê ji bîr kirin, ji ber ku Meryem wisa xemgîn bû ku hewl neda xwe da ku zilaman nas bike.

Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsayê Mesîh e. Îsayê Mesîh ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.» Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye. (Yûhenna 20:14-16)

Îsa dema ku bang kir û got Meryem; Çawa ku di derbarê yekê ku tê hez kirin hemû bîranînan têne ber çav bi wî awayî bang kiribû. Meryem di cîh de denge wî nas kir.

Lê belê êdî ji sedemeke din ew digirîya. Dive ku wê milên xwe vekiribe û li gorî adetên wê demê xwe avêtibe ber lingên wî û dive ku xwestibe wî himbêz bike. Ji ber vê yekê;

“Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›» Meryema Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got.” (Yûhenna 20:17-18)

Dema ku ev bûyer qewimîbûn nobedaran jî li serokkahînan digerîyan. Vegerîyan ji ber ku fikra wan tunebû ku bi Pîlatos re rûberîhev bibin.

“Gava ku hê jin di rê de bûn, hinek ji nobedaran gihîştin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serekên kahînan re gotin. Piştî ku serekên kahînan bi rihspiyan re civiyan û şêwirîn, gelek pere dan leşkeran û gotin: «Bêjin: ‹Gava ku bi şev em razayî bûn şagirtên wî hatin û ew dizîn.› Eger ev bigihîje guhê walî, emê wî qanî bikin û xemê bi we nadin xwarin.» Wan jî pere standin û wek ku li wan hatibû şîretkirin, kirin. Ev gotin heta îro jî di nav Cihûyan de belav bûye. (Metta28:11-15)

Belê hevalên hêja û birêz, ji bo qanîkirina leşkerên qure lazime ku gelek pere ji wan re bê dayîn da ku bi derewan bibêjin ew di xewê de bûn. Lê belê ev ne rast bû. Careke din tê dîtin ku li pey vî karî jî Îblîs bixwe hebû. Îblîs çawa li derdorê nihêrtîye û çiqas xisarê daye sehêtî kiriye em dibînin. Ji ber ku ew bavê hemû derewan e. Ji bo tiştên xuya dikir ji holê rake û xwe xilas bike li tewşê hewl dida xwe. Bê şik Îblîs li têkçûna xwe hay bû. Îsa yanê “YÊ KU HATÎYE MESIHKIRIN”, eynî çawa ku Xwedê li bexçe Adenê wad kiribû wê serê Îblîs perçiqandibû.

Belê hevalno, Îsayê Mesîh sax bibû! Di maneya fizikî de ew dîjîya! Bi qasî sê rojan laşê wî bê can bi awayekî ji ruh vekişî di nav gorê de razayîbû. Lê dawîyê, Îsayê Mesîh bi awayekî muhteşem bi bedeneke nû sax bû.

Îsayê Mesîh di hînkirina xwe de mirina xwe berî dabû zanîn.

Birastî mirina Îsayê Mesîh ne wisa mirineke ji rêzê bû. Mirin ji bo Kurêmirov, li dijî derketina zagona Xwedê ye, yanê encama guneh e. Lê belê Îsayê Mesîh bêkêmasî ji Deh Fermanê (şerîeta ku ji Musa re hatibû dayîn) re îtaet kiribû. Ew bêguneh bû, ji ber vê yekê ne lazim bû ku ew bimire. Li gorî zagona guneh û mirinê Îsayê Mesîh dikaribû jîyaneke ebedî û bêdawî bidomandina. Wê gavê ew çima mir? Eger Îsayê Mesîh destûr nedaya Îblîs, Cihûyan anjî Romayîyan nedikaribûn wî bikujin. Îsayê Mesîh bixwe mirinê bijart. Başe lê belê ji bo çi?

Bûyerên wê sibehê hê nû destpêdikir. Hetanî çil rojên dawî de Îsayê Mesîh ji gelek mirovên ku wî nas-dikirin re xwe nîşan da. Encax berî ku em roja saxbûna wî bidawî bikin, agahiyeke giring jî heye. Lazim e ku em wê jî bi we re parve bikin.

Hevalên hêja û bi rûmet, Îsayê Mesîh ne pêxemberekî ji rêzê bû û ne tenê pêxember, hatina wî ya dinyayê ev e ku ew bi tene, bi tene ji bo ku hemû mirovahî ji gunehên xwe azad bibin û ji bin koletîyê rizgar bibin. “EW HAT DA KU XWE DI DÊLEVA ME DE BIKE GORÎ.” Ew hat da ku bi wan dest û lingên ku hatin qûl kirin û xwîna ku di riya me de hat rijandin “JI ME RE JÎYANA HER HEYÎ BÊ DAYÎN.” EW HAT RÛYÊ DINYAYÊ DA KU MIROVAHÎ BI TEMAMÎ BIBE GELÊ XWEDÊ Û BIBE XWEDÎYÊ MAL Û MILKÊN KU DI DESTÊ XWEDÊ DE NE Û EBEDÎ BI XWEDÊ RE BIJÎN.